‘Em hîmê çanda Kurdî datînin’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Îlon 2022 - 22:06

  • Zarok Ma ya bi dirûşma ‘mala me ya duyemîn’ xebatên xwe dimeşîne, hedefa wan ev e ku polîtîkayên bişaftinê yên li ser zarok û ciwanan beralî bikin.

Zarok Ma ya bi dirûşma ‘mala me ya duyemîn’ xebatên xwe dimeşîne, hedefa wan ev e ku polîtîkayên bişaftinê yên li ser zarok û ciwanan beralî bikin. Hîndekara Zarok Ma Evîndar Dulek got mirov ziman, çand, dîroka xwe li mala xwe hîn dikin û banga mezinkirina Zarok Ma kir.

Polên Zarok Ma ji 6 kesî pêk tên û malbat jî dikarin tevli van dersan bibin. Bi dirûşma ‘Mala we ya duyemîn’ di mijarên muzîk, çand û ziman de perwerde ji bo zarok û malbatan tê dayîn. 

Evîndar Dulek wiha peyivî: “Zarok dîrek bi akademiyê dest bi perwerdeyê dikin û ev kêmasî ye. Dema me Ma Muzîk vekir me bi akademiya zarokan û perwerdeyê dest pê kir û me kêmasiyek hîs kir. Zarok bi akademiyê dest pê dikirin lê beriya vê perwerdehiyek tinebû. Me jî xwest em hîmê vê bavêjin. Me zarokên navbera 0-5’an de li Zarok Ma perwerde kir û piştre li akademiyê bi cih kir.”

200 xwendekarên nû 

Evîndarê destnîşan kir ku ji bo dema nû jî gav avêtine û zarokên sala borî mezûn bûne ketina asta duyem û wiha anî ziman:  “Sala me gelek xweş derbas bû. Sala buhirî nêzî 725 xwendekarî xwe qeyd kir. Yên berdewam kirin jî hebûn ên qeyd kirin û nehatin jî hebûn. Yên qedandin jî hebûn. Lê ji bo akademiyê teşwîqkirin girîng bû.

Hem malbatan hem jî zarokan li vir perwerde dîtin. Hinek ketin kursan. Hinek ketin akademiyê. Niha 300 xwendekar hene. Nêzî 200’î jî xwendekarên nû hene. Hêviya me berdewamkirina planên me ye. Planên me ne salek an jî çend sal in.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.