Em ê tecrîdê bi muxataban re biaxivin

Duşem 9 Îlon 2024 - 02:05

Dijî tecrîda mitleq ‘’Li dijî tecrîdê hewldana dadê’’ hate avakirin, ku di nav hewldanê de parêzvanên mafê mirovan, parêzer û Dayikên Aştiyê cih digirin. Ev hewldan ji bo dijî tecrîdê bi daxwaza dadê û ji bo çareseriya pirsa Kurd xebatan bike. Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter got,’’Ji bo vê xebata hevpar, komeke bi hêz hat avakirin. Di demên pêş de em ê ji bo bi muxatabê sereke re hevdîtinê bikin gavan bavêjin.”

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter diyar kir halê hazir li Tirkiyê hiqûq bûye amûreke ku tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike. Yeter got tecrîda li ser Ocalan gav bi gav hatiye girankirin û wiha pê de çû: “Ev girtîgeha giravê ji roja ku hatiye avakirin ve heta niha, di warê siyasî û civakî de bûye cihê çavkaniya gelek pirsgirêkan û mekaneke girtinê. Li ser birêz Ocalan û hersê girtiyên din, tora tecrîdê û îzolasyona ku merhele bi merhele kûrtir dibe hatiye avakirin. Vê girtîgeha ku ez behsa wê dikim, ji roja komploya navneteweyî heta niha, pêkanînên ku her diçe girantir dibin hene. Me dît ku li Girtîgeha Îmraliyê, pîvanên hiqûqê jî weke amûra kûrkirina tecrîdê hatin pêkanîn.”  

Tecrîd li ser civakê jî heye

Yeter anî zimên carinan bi bandora têkoşîna dijî tecrîdê ya ji alî parêzvanên mafan û ya girtiyên siyasî her çendî  rejîma tecrîdê were sistkiririn jî, piştî pêvajoya çareseriyê faşîzma Tirk ji xwe re re ‘xeta avakirinê’ daniye û Girtîgeha Girava Îmraliyê bûye ‘’mekanekî ku binpêkirin cara pêşî li wir têne kirin.’’ 

Yeter diyar kir hewceyî pê heye ku bandora civakî ya tecrîdê were nîqaşkirin û got’’Tecrîd ne tenê li Îmraliyê yan jî li girtîgehên din heye, civak ji ber van polîtîkayên şer di bin tecrîdê de ye.”

Êrîş bi rengekî sîstematîk didomin

Ekîn Yeter li ser bandorên tecrîdê jî axivî û bal kişand ku çavkaniya hemû krîzên ku civakê dijî tecrîd e. Ekîn Yeter diyar kir ku hem di warê aborî, hem di warê ekolojîk, hem jî di warê civakî de, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê, gel ketiye rewşeke ku nikare bêhnê bigre û got ku bi polîtîkayên şer êriş bi awayê sîstematîk didomin.

Ekîn Yeter destnîşan kir bêdengî bi xwe re tîne ku tecrîd li her deverê berbelav bibe, diyar kir tecrîd li girtîgehan, li tevahiya civakê berbelav bûye, nêzîkatiya li girtiyên nexweş û li girtîgehan zêdebûna gavên kêfî bi bîr xist û got,’’Ger em ji girtîgehan werin ser civakê, em dikarin behsa qirkirina li ser xwezayê ya di salên dawî de zêde bûne jî bikin. Agirê ku derdikevin, birîna daran, hemû li dijî paradîgmaya ekolojîka a li Kurdistanê tê pêşxistin tên kirin. Bi qirkirina ekolojiyê, jiyan tê hedefgirtin û rewşa tecrîdê derdikeve holê. Her wiha divê krîza aborî ji vê cuda neyê dîtin. Polîtîkayên şaş û şer ên ku li Kurdistanê hatine pêşxistin, sedema krîza aborî ne.’’

Hewldana şikandina tecrîdê

Ekîn Yeter da zanîn ku bi hewldana ku hatiye avakirin, ew ê tecrîdê li her derê bînin rojevê, nîqaşên li ser tecrîdê zêdetir bikin û got ku hedefa wan ew e hem bi desthilatdariyê hem jî bi partiyên muxalefetê re hevdîtinan bikin. 

Ekîn Yeter herî dawî got,’Ji bo şikandina tecrîdê divê em têbikoşin. Ji bo ku ev nîqaş hinek kamiltir werin kirin û bikevin raya giştî ya Tirkiyeyê, em bikaribin bi hemû kesan re nîqaşan bikin me hewldan ava kir. Ev xebata di rojeva gelek parêzvanên mafan û saziyan de ye. Ji bo vê xebata hevpar, komeke bi hêz hat avakirin. Em ê xebata xwe bi axaftin û nîqaşan bikin. Di demên pêş de em ê ji bo bi muxatabê sereke re hevdîtinê bikin gavan bavêjin.”

NÛJINHA/MEDÎNE MAMEDOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.