Mitînga Ji Abdullah Ocalan re azadî
În 13 Kanûn 2024 - 02:55
Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê Julián Aguirre ya bal bir ser kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ wiha got:"Em hewl didin mitîngeke ku daxwaza azadiya Ocalan esas digire li dar bixin."
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li seranserî cîhanê kampanya hatibû destpêkirin û çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de didomin. Yek ji welatên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” lê tê domandin jî Arjantîn e. Julián Aguirre ku li Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê weke dîrektor û koordînator dixebite û li paytexta welêt Buenos Airesê kampanyayê didomîne, têkildarî kampanyayê axivî.
Mitînga Ji Abdullah Ocalan re azadî
Julián Aguirre, anî ziman ku îktîdara Tirkiyeyê hewl dide pirsgirêka kurd li gorî şertên xwe çareser bike û wiha derbirî: “Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan û ya Îsraîlê ya li dijî Filistînê heman e. Kampanyaya ji bo çareserî û azadiyê, tenê dema Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bû dikare bes were dîtin. Bi rêya kampanyayê em hewl didin piştevaniyê pêş bixin. Em hewl didin bi kesayet û saziyên cuda re pêwendiyan deynin. Em hewl didin heta dawiya salê xwe bigihînin gelek rêxistinên mafên mirovan, akademîsyen, tevgerê civakî û rêxistinên hiqûqî. Em hewl didin mitîngeke ku daxwaza azadiya Ocalan esas digire li dar bixin.”
MA / NAVENDA NÛÇEYAN