Armanc agirbesta mayînde ye
Şemî 14 Kanûn 2024 - 03:10
- Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di serdemeke awarte re derbas dibin û got: Ji bo agirbesteke mayînde bi rêya koalîsyona navneteweyî bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ronahî TV re nirxandin kir. Mazlûm Ebdî pirsên der barê biryara daliqandina ala Sûriyeyê li hemû meclîs, sazî û avahiyên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tirba Silêman Şah, êrîşên Minbicê, hewldana êrîşên li ser Kobanê, bûyerên li Dêrazorê qewimîn, hevdîtina bi HTŞ’ê re û yekîtiya Kurdan bersivand.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser biryara daliqandina ala Sûriyeyê li hemû meclîs, sazî û avahiyên rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:“Me di yekemîn kongreya YPG’ê de ev al qebûl kir. Ji ber şerê navxweyî me alên xwe yên taybet bi kar anîn. Lê niha rewşeke cuda derketiye holê. Li seranserê Sûriyeyê li ser alekê lihevkirinek heye. Hemû gel vê ala serxwebûnê li ba dikin. Ev al ji bo me guncaw e. Me jî di vî warî de biryar girt. Û ez difikirim ku ev biryar rast e. Ev jî nîşan dide ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Me ev biryar da, ji ber ku gelê Sûriyeyê li ser alekê li hev kir û em jî beşek ji wê yekê ne.”
Bi tirkan re danûstandin
Mazlûm Ebdî der barê parvekirina xwe ya li ser tirba Silêman Şah a ku berê li Qerekozaxê bû û dawiyê hat veguhestin wiha got:“Tu lihevkirinek tuneye, gelek tişt têne gotin. Ev mafekî hiqûqî yê navneteweyî yê Tirkiyeyê ye. Li ser vê yekê me tu bersiv ji Tirkiyeyê negirt. Hêzên koalîsyona navneteweyî yên di nav me de ne bi Tirkiyeyê re di nava danûstandinê de ne. Ew ê bersivê ji Tirkiyeyê bigirin. Em amade ne ku tiştên bikevin ser milên me bi cih bînin.”
Agirbest neketiye meriyetê
Mazlûm Ebdî pirsa der barê êrîşên Tirkiye û çeteyên ku piştgiriya wê dike yên li ser Minbicê bersivand û got:“Me agirbest ragihand. Hêzên navneteweyî jî bi Tirkiyeyê re hevdîtin kiribûn û me ev yek qebûl kir. Lihevkirina me li ser bingeha ku tu hêzên leşkerî li Minbicê nemînin û gelê Minbicê xwe bi rê ve bibe, bû. Ji ber ku ev peyman hêj neketiye meriyetê hêzên li Minbicê niha vê yekê bi cih naynin.” Têkildarî êrîşên li ser Kobanê jî Mazlûm Ebdî got:“Pira Qereqozax derbaskirin û hewldana êrîşê çêbû. Ev yek xeteriyek çêkir. Armanca wan dorpêçkirina Kobanê bû. Lê belê hevalên me bi qehremanî ev yek asteng kirin. Ev mijareke girîng e. Ev ne meseleyeke ku tenê Kobanê û Rojava eleqedar dike, hemû cîhanê eleqedar dike. Li hemberî êrîşan me hemû tedbîr girtin. Çawa ku me DAÎŞ ji Kobanê derxist, em ê careke din jî derxînin. Hevalên me yên navneteweyî hene. Em hêvîdar in ku peymana ku me li Minbicê çêkiriye, li her derê pêk were.”
Bi HTŞ’ê re pêwendî hene
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku piştî HTŞ Şamê bi dest xist, ji bo DAÎŞ cihên artêşa Sûriyeyê yên li Dêrazorê vala kirin dagir neke QSD li wir bi cih bûn û got:"Tişta ku li wir qewimî cuda ye. Valahiyek hebû, metirsiya DAÎŞ’ê hebû. Ji bo em demekê wir kontrol bikin me bi Koalîsyona Navneteweyî re biryarek wiha girt. Tiştek wisa nîne ku Tirkiye bêje 'firsend dîtin, berfireh dibin'. Dema hêzên HTŞ’ê hatin, me li hev kir. Ji bo ku Firat bibe sînor me peymanek çêkir." Mazlûm Ebdî li ser pirsên “Gelo di navbera HTŞ û QSD’ê de hevdîtin heye?” wiha bersiv da:“Beriya HTŞ ber bi Helebê ve biçe, ji me re peyam şandin û gotin ku armanca me ne QSD û Kurd in. Komên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Til Rifat û Şehbayê kirin. Me gelê xwe ji wir derxistin. Niha hêzên me li Helebê hene. Di navbera me de peywirdar hene. Divê şandeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçin Şamê û li ser çareseriya pirsgirêkan bi hev re biaxivin.”
Artêşa Sûriye xwe ranegirt
Mezlûm Ebdî li ser rexneyên “Tevî ku beriya du mehan agahî girtine, çima li Til Rifat û Şehbayê tedbîr negirtine” wiha got:"Tirk bi Rûsan re hevdîtin kirin û agahî dan ku HTS wê êrîş bike. Rûs hatin cem me û alîkarî xwestin. Me got, 'Ji ber ku em xwe diparêzin, em nikarin bikin.' Esad ji bo şikandina vê êrîşê hinek amadekarî kir û hêzên xwe şand Idlibê. Lê di encamê de xuyaye ku Rûs hatin xapandin. Haya me jê hebû wê êrîşî me bikin, lê tiştê ku me texmîn nedikir ew bû ku artêşa Sûriyeyê bi lez paşde vekişiya.”
Divê Efrînî vegerin warên xwe
Mazlûm Ebdî wiha berdewam kir:“Li Sûriyeyê serdemeke nû destpê kir. Em nizanin wê di pêşerojê de çi bibe, em li hember her tiştî tedbîran digirin. Em difikirin ku dem hatiye ku hemû koçber vegerin warên xwe. gelê Efrînê vegerin ser axa xwe. Welatiyên ku li Efrînê bi cih bûne kesên ji derveyê Efrînê hatine û hinek ji wan jî vegeriyan cihên xwe. Niha Efrîn vala ye, divê gelê Efrînê vegerin ser axa xwe. Ev bi serê xwe nabe, bi peymanan pêk tê.
Tirkiye nahêle çareserî pêk bê
Dema em bi komên ku li Minbicê bi me re şer dikirin re diaxivîn digotin, ‘Divê Tirkiye bi me re biaxive’. Bêyî Tirkiyeyê biryarekê nadin. Tirkiye ji bo ku çareserî nebe bi tang û topên xwe hewl dide. Divê Tirkiye êdî vê yekê bibîne. Em beşeke eslî yên vê axê ne. Niha li her derê şer xilas; yên ku şer û pevçûnê dikin tenê Tirkiye û komên girêdayî wê ne. Yên anormal ew in. Divê hêzên Kurd werin ba hev û bi hev re tevbigerin. Dibe ku fikrên me yên cuda hebin lê li dijî derve divê em bibin yek. Em hêvî dikin ku hêzên Hêrêma Kurdistanê jî bi erênî tevlî vê pêvajoyê bibin.”
Pêwîstî bi yekîtiyê heye
Mazlûm Abdî, bersiva pirsa “Tu peymaneke we bi hêzên navneteweyî re heye?” wiha da:“Tirkiye dixwaze êrîşên xwe bidomîne. Ji bo ku Tirkiye dawî li êrîşên xwe bîne zextek heye lê ev nayê wê wateyê ku wê raweste. Ji bo agirbesteke giştî hewlên me yên dîplomatîk hene. Dostên me navbeynkariya me dikin. Behsa herêmeke bêçek tê kirin, em ji bo nirxandina her tiştî amade ne. Hîn metirsî berdewam e. Divê gelê me hişyar be. Em ji serdemeke awarte derbas dibin. Ji her gavê bêhtir pêdiviya me bi yekîtiya me heye. Divê gelê me li kêleka hêzên me cig bigire. Me rojên wiha dijwar berê jî dîtin. Me bi piştgiriya gelê xwe ew roj derbas kirin, em ê dîsa derbas bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN