Bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin

Şemî 14 Kanûn 2024 - 02:40

Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî krîza ku li herêmê tê jiyîn xebatên Rêveberiya Xweser didomin. Li aliyê din DBP bi armanca piştevaniya hemwelatiyên ji cihê xwe bûne ragihand ku dest bi kampanyaya alîkariyê kirine. Piştî di 10’ê Kanûnê starta kampanyayê hat dayîn, ji bo gelê Rojava seferberî hat îlankirin.

Jinan ji bo destek û piştevaniya ji bo kampanyayê bang kirin ku divê li dijî sûcên şer bêdeng nemînin.

Feleknaz Çerkezoglu got:“Divê li dijî sûcên şer ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin bêdeng nemînin û divê hemû welatên dinyayê piştevaniyê bi gelê Rojava re bikin. Jin di şeran de rastî gelek sûcên şer ên weke tacîz, tecawiz, rehîngirtin û qetilkirinê hatin. Îro ev bûyer hemû li Rojava tên jiyîn. Em van êrişan qebûl nakin.” 

Ji bo jiyanê em ê têbikoşin

Feleknaz Çerkezoglu bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojava û anî ziman ku li Rojava careke din jiyana demokratîk a hatiye avakirin bûye hedef û got:“Em li dijî vê talan û koçberiyê ne. Ji bo mafê jiyanê em neçar in têbikoşin. Di vê xalê de em neçar in piştevaniyê bilind bikin û mezin bikin. Li dijî şer em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin.” Ozlem Yildiz diyar kir ku li dijî êrişên li ser gelê Rojava, wê her roj di nava çalakiyan de bin û wiha got:“Ez bang li gelê Kurdistanê dikim; em bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Ew canê me , zarokên me ne, em bi hev re li kêleka hev bin û xwedî li Rojava derbikevin. Der barê kampanyaya hatiye destpêkirin de em ê çi ji destên me were em ê bikin.” Ozlem Yildiz bi bîr xist ku dema êrişên DAIŞ’ê di Îlon-Cotmeha 2014’an de li ser Kobanê dijwar bûn, li Tirkiye û Kurdistanê gel daket qadan çalakiyên ji bo ‘Piştevaniya Kobanê’ dest pê kirin û got:“Bi ruhê 2014’an em ê li qadan bin. Em ê li hemberî vî şerî bêdeng nebin. Ji bo gelê Rojava em amade ne. Em ê hem madî hem jî manewî bi gelê Rojava re bin.”

Pêwîstî bi cilên zivistanê û xwarinê heye
Rêvebera bajarê DBP’ê Hasîbe Yazidik têkildarî kampanya piştevaniya bi gelê Rojava ya DBP’ê daye destpêkirin de agahî da û da zanîn ku wê bi alîkariyên cilên zivistanê û xwarinê kampanyayê bidomînin. Diyar kir ku gelek kes piştvaniya kampanyayê dikin, bang kir ku bi gelê Rojava re bin û wiha got:“Mirov di şertên zehmet de dijîn. Ji bo zêdekirina piştevaniyê me ev kampanya dest pê kir. Em ê destûr nedin vê qetliama çeteyan. Li her derê em li gel gelê Rojava ne.”

NÛJINHA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.