Em ê li ber xwe bidin û bi serkevin

Şemî 14 Kanûn 2024 - 02:55

Şîrîn Îbîş ji gundê Ramudê yê Efrînê ye. Şîrîn Îbîş çîroka xwe ya ji zor û zehmetiyan parve kir. Şîrîn Îbîş ku sala 2018'an dema dewleta Tirk êrîş bir ser Efrînê bûka ji sê mehan bû û li Karababayê dima, qalê kir bê jiyana wê ya aram ji nişka ve çawa bi dawî bû:"Dema ku êrîşan destpê kirin, her tişt ser û bin bûn. Ji ber êrîşên bi topan ên li ser gundê me, em neçar man li gel malbata xwe koç bikin. Ji ber ku wesayita me tine bû, bi motorsîkletê li gel hevjînê xwe em bi rê ketin. Dema ku gihîştin Racoyê rewşa li wir jî nebaş bû. Hîn em rojekê neman êrîşên hewayî careke din destpê kirin. Em ji metirsiyê reviyan û derbasî Efrînê bûn, lê belê li vê derê em ji hev cuda bûn." Şîrîn Îbîş anî ziman ku malbata wê li Cindirêsê dima û got:"Li wir kekê min û dayika min hebûn. Bi rêya xizmekî xwe em bi lez derbasî Şehbayê bûn." Şîrîn ku ji ber kaosa li nava bajêr têkiliya wê ya bi hevjînê wê re qut bû, hingî bi malbata xwe re ma. Şîrîn Îbîş diyar kir ku dayika wê nekarî xwe li dagirkirina Efrînê rabigire û got:"Dayika min ji qehir û kederê jiyana xwe ji dest da." Şîrîn Îbîş ku heft salan li Til Rifetê weke koçber ma, li vê derê jî timî gef lê hate xwarin û got:"Êrîş ti carî neqediya" û qala şoka ji ber topeke hewanê kir ku li kêleka mala wan ket: "Beriya du-sê rojan em li malê bi tenê bûn, parçeyên topê ketibûn nava malê. Bi zarokê xwe yê biçûk ji tirsa dicirifîm." Bi bandora van rojên ji tirsê Şîrîn Îbîş 7 salan bi êşeke giran jiya.

Şîrîn Îbîş di nava vê demê de pirsa "Çima li me Kurdan tê kirin?" pirsî, lê nekarî bersivê peyda bike û got:"Xwedê em weke Kurd afirand, ev çi ji me dixwazin?" Şîrîn Îbîş diyar kir ku neçar ma bi pîxwasî heta gel xizmên xwe bimeşe û piştî gihîşt Fafînê li wir hîs kir ku bi tenê ye: "Li gel me zarokên biçûk hebûn; halê me perîşanî bû. Herî dawî em gihîştin Tebqayê."

Lê belê li Reqayê jî dawî li zor û zehmetiyan nehatiye. Şîrîn Îbîş got, "Em niha li stadyûmê dimînin. Bi pirsên bê bersiv re rû bi rû mam, nizanim wê çi bibe. Her tiştên bi serê me ve tên weke kabûsekê ne. Ji xwe bi derbasbûna demê re giraniya windahiyan bêhtir hîs dikim, lê belê min hêviya xwe ji dest nedaye. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

ANF/NÛJIYAN ADAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.