‘Em ê serbikevin’

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:49

Doh yekemîn salvegera girtina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî bû. Wî bi vê boneyê ji girtîgehê cara yekem peyamek bi deng belav kir. Şêrwan Şêrwanî wiha dipeyivî: “Hûn dikarin li me bixin, malbata me desteser bikin, me zindanî bikin, îfade biguherînin û cezayê girtîgehê li me bibirin. Lê hûn bi tu awayî nikarin hêza hundirê me ya mezin dagîr û tune bikin. Yên li hemberî me nekarîne serbikevin. Ji ber ku ew hêza hundirê me de ji çavsoriya wan bi hêztir e. Piştrast in ku ew li hemberî vê hêza me binketine. Di nêzîkbûna li hemberî me de derkete holê ew çiqasî dirende ne, nizainim wê çi bi serê me were, lê em dizanin ku em ê serbikevin.”

6 sal cezayê girtîgehê lê birîn

Roja 7’ê Cotmeha 2020’an de li komelgeha Sêbîran a Hewlêrê komek çekdarên bi cilên sivîl avêtin ser mala Rojnamevan Şêrwanî Şêrwanî, li pêş çavê hevjîn û zarokên wê girtin û bi xwere birin. Piştre ji aliyê dadgehê ve 6 sal cezayê girtîgehê li wî û 4 hevalên wî yên din hatin birîn.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.