Em ê govenda şoreşê bigerînin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Tebax 2024 - 00:18

Endamên Koma Hevrayê ku li Stenbolê xebatên çand û hunerê dimeşîne, krîmînalîzekirina stran û govendên kurdî nirxandin. Fatma Çetînê anî ziman ku ji roja avabûna komarê heta niha polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê yên li ser kurdan berdewam dikin û got ku armanca sereke ya van polîtîkayan tunekirina çand û hunera kurdan e. Çetînê got:"Çanda me, hunera me, zimanê me, stranên me, govendên me nasname û sedema hebûna me ne. Eger em îro li dijî van êrişên li dijî çanda kurdî û kurdan dengê xwe dernexin, wê hişmendiya 'yek ziman, yek dewlet, yek netewe' bi ser bikeve û ev gel û çandên cuda wê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Ji bo vê jî divê em çand û hunera xwe biparêzin." 

Baran Sunbul jî da zanîn ku di êrişên dawî de nirxên kurdan yekser hedef hatine girtin û got: "Êrişên li dijî saziyên di warê azadî û bîrdoziyê de têdikoşin, jixwe tim tên kirin. Ev desthilata faşîst a ku ji parlementeran heta hevserokan girtina her kesî kiriye hedef, tu tişt nemaye êriş nekiriye. Ji lewre êrişî her tiştê kurdan dike. Tenê tiştek maye ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigire; polîtîkayên şerê taybet. Bi vê dixwaze gelê kurd û ciwanên kurd teslîm bigire. Her kes dizane ku çavkaniya moralê ya herî mezin a kurdan govend e. Lewma bi polîtîkayên şerê taybet êrişan pêk tîne. Radibe strana 'Ez bimirim Tirkiye' bi ciwanên ku govendê gerandin diden guhdarîkirin." 

Ciwanên Kurd hedef digrin 

Edanûr Baydoganê jî diyar kir ku bi rêya medyaya sanal operasyon tên kirin û got:"Govend, ji dîroka me tê û hema bêje her roj li her derê govend tên gerandin. Lê bi van girtinan dixwazin ciwanên kurd bitirsînin." Baydoganê biryarên darazê yên der barê dirûşmeya "Bîjî Serok Apo" ya ji bo girtina hin ciwanan wekî hincet hat bikaranîn bi bîr xist û destnîşan kir ku ev girtin ne hiqûqî ne û got:"Xuya ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê qanûnan li dijî gelê kurd bi kar tîne. Em ê jî li dijî vê bi her awayî xwedî li çanda xwe derkevin." 

Zeynep Doganê jî got:"Êrişa qirkirina çandî ya topyekûn, li dijî gelê kurd tê meşandin. Divê em bi tevahî bersivê bidin wan û li ber xwe bidin. Divê faşîzma AKP-MHP'ê bizane ku wê govenda me, heya em govenda şoreşê bigerînin wê bidomin." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.