Em ê eniya têkoşînê ava bikin

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:39

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê  li Stenbolê dijî qeyûmgeriya ku li Colemergê vîna gel desteser kiriye çalakî kirin. Di çalakiyê de hate gotin qanûna ku di rêveberiya Tayyîb Erdogan de tê danîn ‘qanûna darbeyan’ e û dijî vê ew ê eniya têkoşînê ava bikin û vê darbeya qeyûman bişkînin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, der barê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê bi dirûşma "Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piya ye”daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî hazir bûn, kesên ketin qadê tîşortên “Qeyûm biçe” li xwe kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Stenbol ji bo Colemêrgê li ser piyaye” hatin hilgirtin, pankartên “Vîna gel nayê desteserkirin", “Qeyûm wê biçin, îradeya gel wê bi ser bikeve" û “Dawî li rejîma qeyûman bînin” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê", “Wê qeyûm biçin em ê bimînin", "Bijî Colemerg" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.

Qanûna darbeyan danîne

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ewil axivî, bi gotina 'Em li dijî darbeyê li ber xwe didin' dest bi axaftina xwe kir. Temellî bal kişand ser polîtîkaya qeyûmên darbekar û wiha got: “25 sal in li vî welatî tecrîd heye. Bi ferzkirina tecrîda li Îmraliyê qanûna îstisnayê ava kirin. Di çarçoveya wê qanûnê de dozên kûmpasê çêkirin. Her wiha ji ber doza kûmpasê Hevşaredarê Colemêrgê ji wezîfeyê girtin û qeyûm tayîn kirin. Dibêjin ew li dijî Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ne. Yên ku 22 sal in bi Destûra Bingehîn a cûntayê li desthilatdariyê ne, lê behsa destûreke bingehîn a sivîl dikin. Ti pêwendiya wan bi qanûn û destûra bingehîn re nîne. Tiştê ku Serokomar jê re dibêje qanûn, qanûna darbeyê ye. Li dijî darbeyan dem hatiye ku em werin cem hev. Wê darbekar biçin, em ê bi ser bikevin. Yan komara demokratîk an jî komara darbeyê.” 

Ya esas Meclîsa Şaredariyê ye

Berdevkê Demê yê Stenbolê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Huseyîn Tosû daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend. Tosû diyar kir ku vîna demokratîk a gelê Kurd careke din hatiye desteserkirin. Tosû diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel têbikoşin û got, “Em ê li dijî desthilatdariya yek zilamî ya ku hiqûqê qetil dike û vîna gel desteser dike têkoşînê geş bikin.”

Tosûn destnîşan kir ku endamên meclîsê rêveberiya qeyûm red kirin û got ku weke Karkerên Stenbolê. Hêzên Aştî û Demokrasiyê, ew li pişt vê biryara endamên meclîsa şaredariya Colemêrgê ne. 

Em ê eniya têkoşînê ava bikin

Tosû anî ziman ku heta biryara qeyûmê paşve bê kişandinn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha bedewam kir: "Hiqûq tê binpêkirin, mafê herî demokratîk ê gel bi biryara yek zilamî tê desteserkirin. Em xwendekar, karker, gundî, teqawît, jin, ciwan, Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Elewî û Sunnî bang li hemû gelên bindest dikin ku ji bo mafên xwe, ji bo serxwebûnê li dijî qesrê eniyeke têkoşîna gel ava bikin.”

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.