´Em ê Efrînê rizgar bikin´

Nûçeyên Dosye

Duşem 25 Çile 2021 - 16:30

  • Sozda Efrîn: Em jî soz didin, em ê bi hemû hêza xwe rol û mîsyona xwe ji bo rizgarkirina her sê bajarên me yên dagirkirî bi cihbînin. Em ê bi hêza gelê xwe bi ser bikevin. Em bawer dikin, gelê me jî ji bo serketinê xwe amade dike û serketin wê bibe ya me.

NÛPELDA HEREKOL / PELŞÎN BÊRÎTAN
ANF

Ji fermandarên YPJ'ê Sozda Efrîn, liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya li kampa Holê, hewldanên ji bo jinûve çalakkirina çeteya DAIŞ'ê û têkoşîna şervanên YPJ'ê nirxand.

Fermandar Sozda Efrîn bi bîr xist ku piştî rizgarkirina Dêra Zorê, çeteyên teslîm bûn, bi taybetî jî jinên DAIŞ'î li kampeke li Holê hatin bicihkirin û got, "Lê belê jinên DAIŞ'î careke din dixwazin çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve çalak bikin. Niha em dibînin ku li kampa Holê em dixwazin ji wan re bibin alîkar ji bo hişmendiya wan a li hemberî mirovahiyê biguhere. Ji bo bikeve xizmeta mirovahiyê. Lê niha tiştên ku li kampa Holê derdikevin, berovajî vê ne. Li kampa Holê, weke her kes jî dibêje, DAIŞ xilas bûye, lê DAIŞ'ê bi dawî nebûye. Tenê bi jinên kampa Holê jî mabe, dixwazin dîsa ji nû ve DAIŞ'ê çalak bikin. DAIŞ´î wan kesên ku dixwazin di rêya rast de bimeşin, bi awayekî veşartî dikujin. Di nava kampa Holê de bi dehan bûyerên wisa qewimîn. Cenazeyên wan jinên qetil kirine, di bin konan de vedişêrin, ji bo hêzên me yên ewlekariyê nebînin. Ji ber pratîkên wan, em dibînin DAIŞ xilas n bûye, zarokên li kampa Holê hîna jî bi awayekî dibêjin 'em hene û em ê DAIŞ'ê dîsa çalak bikin'. Ew hişmendiya wan jinên çeteyên DAIŞ'ê ye ku wan fêr dikin."

Tehlûkeya li dijî mirovahiyê dewam dike

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn bal bire ser dadgehkirina wan kesên sûcdar û wiha pêde çû; "Em dikarin peşî bigirin li jinûveçalakbûna çeteyên DAIŞ'ê. Danûstandina dadgehên me bi mafê mirovan re çêbû, da ku em bi awayekî adilane çeteyên di destên xwe de dadgeh bikin. Ji ber ku di nava kampa Holê de ji gelek netewên cuda jin hene. Em dixwazin wan radestî welatê wan bikin. Tevî derfetên kêm jî, em dixwazin ewlekariya derdora qampa Holê xurtir bikin. Kesî bawer nedikir ku çeteyên DAIŞ'ê xwe radestî şervanên YPJ'ê bikin. Em dikarin bibêjin, bi berxwedaneke mezin têkçûneke dîrokî li Dêra Zorê bi serê çeteyên DAIŞ'ê hat. Heger bi awayekî adilane neyên dadgehkirin, em dikarin bibêjin, xeter li ser tevahiya mirovahiyê heye. Ji ber ku hîna jî şaneyên razayî bi dawî nebûne û di heman demê de cardin dixwazin di qampa Holê de çeteyên DAIŞ'ê xwe nû bikin."

Tirkiye ji DAIŞ´ê re pişt e

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn got, ew dixwazin herêmekê bi ewle ava bikin û wiha peyivî: "Bi taybetî gefên dewleta Tirk di vê demê de li ser herêmên Bakurê- Rohilatê Sûriyê û çalakkirina çeteyên DAIŞ'ê ne tiştekî tesadûfî ye. Kirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di heman demê de kirinên çeteyên DAIŞ'ê li qampa Holê,  ji hev ne qut in. Di vir de em fêm dikin, ji bo çeteyên DAIŞ'ê çalak bibin, dewleta Tirk alîkariyê dide wan. Bêguman cîhan van dibîne, lê ti nerazçîbûnê nîşan nade. Bi derfetên xwe ji bo pêşîgirtina li çalakbûna çeteyên DAIŞ'ê, çi ji deste me bê, em ê bikin."

Serketin wê bibe ya me

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn di dawiyê de got, "Ji bo ewlekariya gelê xwe, çi ji destê me were, em ê bikin. Ji bo ciwanên me yên li derveyî welat jî, bangawaziya me ew e ku ji bo ewlekariya welatê xwe çi pêwîst be, li gor wê tevbigerin û rûmeta welatê xwe ji bo karibin biparêzin bi rol û mîsyona xwe rabin. Her wiha ji bo rizgarkirina axa me ya dagirkirî, xwe amade bikin. Em jî soz didin, heta zarokek diqêre û dibêje; 'Bê Efrîn jiyan nabe, em ê vegerin warên xwe'. Ji bo wan zarokan tenê jî be, em ê bi hemû hêza xwe rol û mîsyona dikeve ser milê me, ji bo rizgarkirina her sê bajarên me yên dagirkirî û hemû xaka welatê xwe, bi cih bînin. Em ê bi hêza gelê xwe bi ser bikevin, em jî weke hêza YPJ'ê amade ne ji bo welatê xwe û ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin. Em jî wek şervanên gelê xwe bawer dikin, gelê me jî ji bo serketinê xwe amade dike û serketin wê bibe ya me."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.