Em bi qeyûm dikarin

Çarşem 16 Îlon 2020 - 23:00

  • Li ser nerazîbûna berfireh a xelkê, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagirkirî, lewheyên navê gundan ên bi Kurdî dabûn rakirin. Li ser nerazîbûnê, neçar ma wan dîsa deyne. Xelkê bi qeyûm karî, diyar e wê bi şaşiyên wî yên rastnivîsa Kurdî jî karibe.

Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê dagir kiriye, pêşî lewhayên rêyan ên navên bi Kurdî dan rakirin. Piştre, nerazîbûna xelkê, kir ku daxuyaniyê bide û bibêje, wan lewha tenê ji bo ku nû bikin rakirine. Niha lewhayek ji wan ên rakirî ji nû ve hat danîn. Ev jî eşkere nîşan dide, gava xelk bixwaze, dikare bi qeyûmên dagirker jî.
Li navçeya Wanê Ebexê, lewheyên bi Kurdî û Tirkî yên navên gundan li ser wan, bi fermana qeyûmê dagirker hatibûn rakirin. Li şûna wan tenê lewheya bi navên Tirkî hat danîn. Li ser nerazîbûna xelkê, qeyûm neçar ma ku navên Kurdî jî li ser lewheyan binivîsîne. 
Qeyûm pêşî li ser nerazîbûnan xwe kerr kiribû, piştî ku nerazîbûn belav û xuya bû, neçar mabû daxuyaniyekê bide û îdîa bike ku ti niyeta wan nîne ku lewheyên bi Kurdî bi temamî rakin. Axir li gorî îdîayê, qeyûm xwestiye lewheyên bi Kurdî jî bên nûkirin.

Şaş nivîsandin

Niha hîna nû li cihekî lewheya bi navên Kurdî yên gundan jî hat daliqandin. Vê carê jî di navan de şaşiyên nivîsê hene. Yanî kumên li ser "e", nuqteyên li ser "i" nehatine danîn. Axir, ev nemeseleyeke zehmet e; xelk dikare nîşanî qeyûm bike ku ji bo lewheyên bi Kurdî ew ne hewceyî ti qeyûman in. Çend kes dikarin bi firçe û boyaxê wan şaşiyan hemûyan rast bikin.
 
Ji Kurdî aciz in

Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Gonul Uzunay nerazîbûn nîşanî daxuyaniya qeyûm da û got, doza lênegirtinê dike, lê ev gunehê wî girantir dike. Wê bi bîr xist ku sala 2014’an şaredariyên DBP´yî ev lewheyên navên gundan bi Kurdî û Tirkî çêkirine. Li gorî Uzunay qeyûm xwe li Kurdî ranegirtiye û gava wan şaredariyên xwe ji dagirkeriya qeyûman rizgar kir, ew ê bi awayekî tekûz van navên gundan bi Kurdî di lewheyan de bi cih bikin. Uzunay got, tenê nerazîbûna xelkê kiriye ku qeyûm gavê bi paş ve biavêje.
Uzunay got, rakirina lewheyên bi Kurdî tenê yek ji wan pêkanînan e kuneyariya li dijî Kurdî nîşan dide û ji ber wê jî bang li xelkê kir da ku bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve, pê biaxive û fêrî zarokên xwe bike. WAN
 

Mesele nedîtîkirina Kurdî ye

Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev, derbarê daxistina lewheyên bi Kurdî de got, hikumet bi riya qeyuman dixwaze hesasiyeta Kurdî ya di dilê gel de têk bibe: “Dixwazin di nav civakê de Kurdî rakin.”
Bawer Berşev destnîşan kir ku bi hatina qeyûman re gelek tişt guherîne û wiha got: “Ez bawer dikim tiştên bi vî rengî wê dewam bikin, ji ber ku çi tiştên bi Kurdî yên li ber çavên wan bin, ew ê rakin. Ji ber ku wan diêşîne. Tenê mebestek e. Ew jî bişaftin e. Heke ji ber nerazîbûnan nikaribin rakin jî ew ê aleke Tirkî deynin ber. Mixabin bi vî rengî êrişî Kurdan dikin."
Berşev got, Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî êrişan tişta ji destê wê tê dike: “Dema me meseleya daxistina lewheyên bi Kurdî bihîst me xwest bixin rojeva Tirkiyeyê û Kurdan. Em dixwazin meseleyên bi vî rengî gel zanibe, zanibe ka ‘çiqasî ji te û zimanê te aciz e.’ Divê gel hişyar be heta ku pergal were guhertin an jî hilbijartinek çêbe, dîsa em şaredariyên xwe ji destê wan bistînin. Bi vî rengî çi bi medya civakî çi bi aliyê qanûnî be dê Tor nerazîbûnên xwe bîne ziman û têkoşîna xwe bide meşandin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.