Em bi dil û can bi Rojava re ne

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:40

Endamên Desteya Eşayîrî yên Şengalê Berekat Mirad Sîncar û Xidirê Hecî Mîrza yê Qîranî têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, şerê li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser civaka Êzidî axivîn. Alîkarê Serokê Desteya Eşayîrî Berekat Mirad Sîncar got:“Di vê deme li herêmê û Sûriyeyê alozî heye. Divê gelê me di rewşeke wisa de tifaqa xwe pêkpîne û destê hev bigire. Rojhilata Navîn giştî di nava şer de ye û li ser herêmê jî xeterî hene. Divê em alîkarî bidin xelkê Sûrî ku gelek zilm lê hatiye kirin. Dilê me dixwest em gelên me yên koçber dibin, pêşwazî bikin ku di derdora 5 hezar Êzidî jî hene. Lê mixabin, ji ber derî vekirî nînin, em nikarin wan li Şengalê pêşwazî bikin. Me dikarî her tiştî xwe bihevre parve bikin, heya avek bi vî agirî de were kirin.” Berekat Mirad Sîncar ji Êzidiyan xwest, amadekariyên xwe ji rewşeke muhtemel re bikin û banga:“Divê em jî di vê serdema şer de kêrî xwe werin, amadekariyên xwe bikin û rê ji dijmin re venekin. Em banga alîkariyê li herkesê dikin ku bikarin di vê zivistanê de alîkariyê bidin gelê Kurd, êzidî û gelên din ên Rojavayê Kurdistanê.”

Divê em qet texsîr nekin

Xidirê Hecî Mîrza yê Qîranî di vê serdema şer û aloziyê de rojiyên Êzî jî bibîrxist û got:“Em ji xwedê dixwazin ku avek bi vî agirî de bike. Em bang li hemû civaka xwe dikin ji biçûk heya mezin, ji rûspî heya mûxtar, ji dewlemend heya hejaran divê serdema ku xeteriyeke mezin li ser gelê me de heye, dest bidin hev. Çekdarên DAIŞ’ê yên Erdogan li dijî Rojava û sivîlan şer dikin. Em ji xwedê dixwazin gelê me yê Rojava ji wan zaliman bisitire. Gelê me yê Rojava rihê xwe di ber me de da. Divê em jî di alîkariyê de texsîrê nekin. Wan deriyê xwe ji me û zarokên me re vekirin û her tiştî ji bo me kirin. Divê gelê me jî bêyî ferq û ciyewaziya hev bigirin, xwe perwerde bikin û di van aloziyên li herêmê de berxwe bidin. Divê xwe bidin aliyê hevalan ku parastina me dikin. Wan canê xwe di ber Şengalê de dan. Divê em jî li gel wan bin û li dijî êrişeke çêbibe li berxwe bidin. Em bi Asayîşa xwe, YBŞ û YJŞ’ê ya xwe re ne. Em ê parastina vê axê bikin. Em ê bê ferq û cûdahî xizmetê ji herkesê re bikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.