Em azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin
Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:04
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 32 meh in agahî jê nayê wergirtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ‘Meşa Azadiyê’ ya ber bi Gemlîkê ve hate destpêkirin.
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Buroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) meş tê lidarxistin.
Polês û leşker ketine alarmê
Bi sedan wesayît di ketina Gemlîkê de ji aliyê polêsên tirk hatin rawestandin. Gelek kes ku di nav de hevseroka giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari jî di nav de, 20 km nêzî Gemlîkê, li ser rêya Orhangazî daxuyaniyek dan. Tulay Hatîmogullari di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê kir ku ew ji bo rakirina tecrîdê ber bi Gemlîkê dimeşin û got:’’Bi rojane li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê, şoreşger, demokratî û welatparêz çalakiyan lidar dixin. Ji bo rayagiştî ya Tirkiyeyê û cîhanê bang dikin. Me li Amed, Çûkûrova, Serhed û çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê, çalakiyên cuda cuda kir. Polês û leşker ketine alarmê û li her cihî me asteng dikin. Gelek hevalên me hatin binçav kirin. Hevalên me yên ji Egeyê û Îzmîrê jî hatin asteng kirin û binçav kirin. Li Stenbolê jî heman astengî hebûn. Vê gavê ji çar aliyê Kurdistanê û Tirkiyê mirov dixwazin biherikin vê derê. Em rû bi rûyê zext û astengiyeke cidî ya polês û leşkeran e. Lê divê were zanîn, îradeya gel li vir e. Di serî de gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li vir e. Gel dibêje ‘divê pirgirêka Kurd tavilê bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareser kirin.’’
Ew ê meşa me dewam bike
Hatîmogullari destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, derfetê jiyana demokratîk a gelên Tirkiyeyê jî çênabe û wiha got:’’Ji bo li Rojhilata Navîn şer bidawî bibin, destpêkê divê pirsgirêka Kurd tavilê were çareser kirin. Divê li Rojava gelê Kurd xwedî statûyekê be û bigîhê mafên xwe. Bi heman rengî, heta li Tirkiyeyê jî pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareser kirin, tecrîda li Îmraliyê dewam bike, birê Ocalan muxatap neyê girtin, em ê hertim bibin qurbanê şer û siyaseta cihêkariyê. Werin em li ser formûla çareseriya vê pirsgirêkê ya bi rêyên aştiyane kar bikin. Werin em tecrîda li Îmraliyê jiholê rabikin. Werin em bi hev re Birêz Ocalan bi fîzîkî azad bikin. Em ê ji vir meşa xwe dewam bikin. Banga me ji hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê û navneteweyî, saziyên maf, hiqûq û edaletê digerin e. Werin em bi hev re piştgiriyê bidin çareseriya vê pirsgirêkê. Em ji vir radigihînin. Ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê, ew ê meşa me dewam bike.’’ Piştî axaftinê girseyê dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qêriyan.
MA/BÛRSA