Elmanya çawa destûra xwe binpê dike

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:15

  • Li navê wê nenihêrin, Rêxistina Parastina Destûrê ji rêxistinên dişopîne bêhtir Destûra Elmanyayê bin pê dike û berê jî kiriye.

Sala 2018’an Rêxistina Parastina Destûrê ya Elman, di rapora xwe ya salane ya ji bo sala 2017’an de ji bo PKK’ê digot, “Helwêsta PKK’ê ya provokatîf a elaqedarî qedexeya nîşanan [yên wê] erê vegereke ji rêgeha rêxistinê ya aştiyane ya li Ewrûpa nîşan nade, lê belê xwe hilkirina bi ser memûrên polês de amadebûna PKK’ê ya ji bo bikarnaîna şidetê li dijî tedbîrên rêveberiyê [yên dewletê] nîşan dide, heger ev tedbîr berjewendiyên heyatî yên PKK´ê bixin tehlûkeyê.”

Li navê wê nenihêrin, Rêxistina Parastina Destûrê ji rêxistinên dişopîne bêhtir Destûra Elmanyayê bin pê dike û berê jî kiriye. Di skandala NSU de rola vê rêxistinê darî çav e û ne ku tenê temaşe kiriye 10 mirov bên kuştin, lê wê dizanî kê ev mirov kuştine jî, lê dengê xwe nedikir. Ev sûc jî ji "gumanên" sûc ên ew behsa wan dike, hemûyan mezintir e. Gelekî muhtemel e ku wê gelek sûcên din ên weke vê jî kiribin. Lê dikare gotinên weke jor jî bibêje û gotinan bi vir û wêde biqulibîne. Axir mane ev e: PKK erê li Ewrûpa aştiyane ye, lê em dikarin bikin ku şidetê bi kar bîne.     

Heman rêxistinê di rapora xwe ya ji bo sala 2020’an de digot, PKK’ê hewl daye "di têkoşîna li dijî pandemiyê de" di nava civaka Kurd de bibe xwediyê "rola navendî". Û ev jî ne bes bûye, di "gelek waran" de alîkarî organîze û pêşniyaz kiriye. Weke ku karekî ne baş be, behsa van tiştan dike. Û di dawiyê de jî weke tehlûkeyeke mezin wê nîşan dide: Ev tedbîr îdîaya nûneriya tenê ya PKK´ê ji bo Kurdan hemûyan  eşkere nîşan didin. 

Na na ev şiroveya jorê ne îstîsnayî ye. Beriya wê jî, îdîa dikirin ku ciwanên Kurd gelekî hazir in şidetê bi kar bînin, lê "kontrola tirsnak" a PKK’ê ne dihişt şidetê bi kar bînin. Bifikirin, PKK’ê mirovekî ji mirinê xilas bike wê bibêjin, esas wê ji bo ku wî mirovî paşê bide kuştin, ji mirinê xilas kir.

Rapora ku rêxistinê îsal ji bo sala 2021’ê eşkere kir, ji yên berê neçêtir bû, jixwe ji bilî guhertina çend reqem û lê zêdekirina çend çalakiyên demokratîk û bi destûr, tiştekî zêde nû jî nebû. Lê ew jî dibêje, PKK aştiyane tevdigere li Elmanyayê û lê zêde dike "Şidet vebijêrkeke stratejîk a PKK´ê ye".

Yanî ev rêxistina hanê, agahiyên xwe nasipêre ti rastiyan. Esas, bi awayê herî çor hiqûqê jî binpê dike. Yanî bi zen, guman û şiroveyên xwe rêya krîmînalîzekirina bêhtirî milyonek Kurdî li Elmanyayê vedike. Ew dikare aştiyê weke kontrola tirsnak şirove bike. Ew dikare aştiyê weke yedeka "şidetê" yanî "vebijêrka stratejîk a îdeolojîk" a PKK’ê şirove bike. Ew dikare banga PKK’ê ya ji bo "xurtkirina rêxistinbûna demokratîk" weke hewldanên tevlînavrefan kirinê şirove bike. 

Gava vê dike azadiya fikr û ramanê, azadiya xwebirêxistinkirinê, azadiya ger û geştê, azadiya pîşeyî û gelek azadiyên din ên destûrî ji bo bêhtirî milyonek mirovî binpê dike. 

Ya ku van azadiyan hemûyan binpê dike, navê Rêxistina Parastina Destûrê ya Federal li xwe kiriye li Elmanyayê. Rabihuriya wê ya bi skandalan jî eşkere nîşan dide, ku bi vî awayê heyî, tehlûkeya ji bo Destûra Bingehîn a Elmanyaya Federal a herî mezin ev rêxistin bi xwe ye.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.