- Filmê bi navê “Ellbogen” yê Aslı Ozarslan li Fûara Pirtûkan û Xelatên Sînemayê ya Frankfûrtê xelata “Adaptasyona Herî Serketî’ wergirt. Film bi serpêhatiya Xezal a ku diya wê Tirk û bavê wê Kurd e dadikeve. Xezal a ku ji Stenbolê ber bi Berlînê ji xwe re li cih û warekî digere da ku nasnameya xwe tê de ava bike.
DENİZ BABİR/FRANKFURT
Di Fûara Pirtûkan û Xelatên Sînemayê ya Frankfurtê de filmê Aslı Ozarslan ê bi navê “Ellbogen” (Enîşk) xelata “Adaptasyona Herî Serketî” wergirt. Filmê “Ellbogen” ku promiyera xwe li Festîvala Berlînê ya Filman(2024) pêk anî bû ji ber romana Fatma Aydemîr ku wê di sala 2017’an de nivîsandiye bûye sînema. Di filmde serpêhatiya Xezal tê vegotin. Diya Xezal Tirk û bavê wê jî Kurd e. Xezal jî yek ji wan ciwanan e ku ji Stenbolê bar dike Berlînê û li wir hewl dide ji xwe re karekî bibîne. Çîroka film xwe dispêre serpêhatiyeke rasteqîn û senaryoya film ji hêla Claudia Schaefer ve hatiye nivîsandin.
Derhêner Aslı Ozarslan bi filmê xwe yê “Ellbogen” (Enîşk) balê dibe ser ciwanên li Elmanya yên ku bi nijadperestî û vederkirinê rû bi rû dimînin. Aslı Ozarsalan ji bo filmê xwe got; “Film behsa cûdakarî û pêşbîniya li hember ciwanan ya li dibistan, kar û kalanan dike. Ev pirsgirêk sedemên rêwîtiya Xezal in jî ku ew ji Stenbolê ber bi Berlînê koç dike.”
Derhêner Aslı Ozarsalan beriya vî filmî filmê bi navê “Dil Leyla” (Ziman Leyla) çêkiribû. Ev film jî behsa serpêhatiya hevşaredara Cizîrî Leyla Îmret dike. Piştî ku ew romana Fatma Aydemir dixwîne pirr di bin tesîra wê de dimîne û di demeke kin de xwe digihîne Fatma da ku wê razî bike ji bo romanê adapteyî sînemayê bike. Ji lewma derhêner bi karaktera Xezal a di romanê de têkiliyeke taybet çêdike û pirr jê hez dike. Ozarsalan dide zanîn ku gotina Xezal a “Şerm ji tirsê xerabtir e” tim maye di bîra wê de û wiha dewam kir; “Diviyabû min li gor vê hevokê hin îmajan biafiranda. Ji bo vî tiştî heta ji min hat min xwe bêhtir nêzî karakter kir û min xwest rastiya wê baş fam bikim. Beriya ku ez li mafdarî û neheqiya wê bifikirim, min xwest behsa wê têkiliya ne ewle ya bi civakê re bikim û jê fam bikim.” Ji xwe film jî heta cihekî girêdayî romanê dimîne û ji deverekê şûnde tesîra senaryoya resen tê hîskirin. Ji lewma derhêner li bersiva van pirsan digere; “Gava mirov li derve ye xwe çawa hîs dike?”, “Gava mirov di nav civakekê de dijî çi hîs dike?”.
‘Bi karekterên xwe bawer bin’
Aslı Ozarslan dide zanîn ku heger derhênerek an jî sanaryonûsek bixwaze mijareke klîşe bi perspektîfeke nû vebêje, serketina senaryoyê girîng e û wiha pê de çû; “Me di derbarê karakter de xeber neda lê me rasterast bi karekter re axivî. Bi ya min film bi nihêrînên ji derve de na lê bi nihêrineke ji hundir ve bêhtir bi hêz dibin û tên temaşekirin. Di derbarê Xezal de pêşbîniyên min tine bûn û bêyî ku wê bidarizînim ez bi serpêhatiya wê daketim. Ew kesek e û hemû civakê temsîl nake. Filmên min vî tiştî fêr min kirin; bi karakterê xwe bawer be. Min ji Dil Leyla jî û ji Xezal jî bawer kir.”