Elektrîk gihişte Şedadê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:12

Ji ber ku torên elektrîkê li navçeya Şedadê hatibûn dizîn û bircên elektrîkê hatibûn xirakirin, Şedadê 28 rojan bê kehrebe ma. Saziya Elektrîkê ya navçeya Şedadê ya Nivîsgeha Enerjiyê ya kantona Cizîrê, careke din elektrîk gihand navçeyê. Derbarê xebatan de endama rêveberiya saziyê Rîm El Reca got:"Elektrîk 28 rojan qut bûbû. Lê bi saya hewldanên saziyê careke din weke berê elektrîk tê dayîn.” 3 stasyonên girêdayî Saziya Elektrîkê yên Şedad, Bendava Başûr û Kebîbeyê, elektrîkê didin navçeya Şedadê û gundewarên wê.

Rîm El Reca bang li xelkê gundên nêzî bircên elektrîkê kir ku wan bircan ji diziyê biparêzin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.