Egîd kilîta çiya ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Tebax 2021 - 05:04

  • Wêneyê Egîd ji me re û ji dagirkeran re dibêje, “Kurdistan ne xeyal e!”. Ev sekn û wêne silavek e ji Biroyê Heskê Têlî, Reşoyê Silo, Usivê Mero û gelek cangoriyên din re. Weneyê Egîd, dîrokeke yekpare ye. 

ARDÎN DÎREN

 

Tabloyek û wêneyek, li gor min bi qasî tablo, wêneyê ku ez ê behs bikim jî hêjayî nirxandinê ye. Lewma gava ez her li vî wêneyê dinihêrim, dîrok, azadî, sekn, bawerî, hêz, vîn, berxwedan, û serketinekê dibînim. Li gel van tiştan dilpakî, dirûstî, kûrahî, mêrxasî û dilsoziyeke mezin jî dibînim.

Egîd; wêneyê welê ye ku dîrokeke bi êş di hembêza xwe de xwedî dike û awirên bêdawî yên ku çiyê bi mane dikin. Ji bo dîrokê, tabloya "Angelus Novus" çi be, ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd jî wêneyê Egîd ew bi xwe ye.

Tabloya Angelus Novus

Şêwekar Paul Klee, tabloya “Angelus Novus" çêkiriye. Ferîşteha ku bi bask dibe, li ber firrînê ye. Lê belê, rûyê ferîştehê li paşerojê û pişta wê jî li siberojê ye. Wisa tê şirovekirin ku ji kavil û xirbeyên paşerojê bahozek yan jî bablîsokek ber bi siberojê ve tê. Ev tofana ku bi ser ferîştehê ve tê, dixwaze berê wê bizivirîne ber bi siberojê ve û wê ber bi wir ve bikişkişîne. Lê mirov hizir dike ku ferîşteh di nav nakokiyeke dijwar de ye! Matmayî maye û çavê wê zîq bûne û nizane çi bike. Ew tofana ku bi ser de tê, wê diezimîne wê siberoja ku pişta ferîştehê lê bû.

Tabloya 'Angelus Novus'

Dema derbasbûyî derbas nebûye

Walter Benjamîn di nivîs û gotarên xwe de li ser hêmaya dîrokê pirr disekine. Benjamîn pirr qala dîrokê û têkiliya wê ya bi îro re dike. Ew dema çûyî/derbasbûyî ti carî beredayî nabîne û di ser re naqevizîne. A rast, ew dema derbasbûyî, derbasbûyî nahesibîne; ew dem her çiqas derbas bûbe jî bandor û ruhê wê heye û di dema îro de jî zindî ye. Li gorî wî, huner, dîrok, çand, polîtîka, wêje û teknolojî zahf ji hev ne  dûr in û têkiliyeke xurt di navbera wan de heye. Ew jiyanê wekî tevahiya van beşan ya bi hev re dinirxîne.

Heta mirinê bi Benjamîn re ye

Benjamîn di nivîsên xwe de li ser hunerê jî sekiniye. Rexneyên wî yên li ser çand û hunerê jî gelek in. Ji lewma jî ew ji wêneyan û şîrovekirina wan hez dike. Nexasim jî tabloya “Angelus Novus” ji bo wî pirr bi qîmet e, ew bi vî wêneyî dîrokê dinirxîne. Heta mirinê jî tablo li mala wî ye. Dema ew ji Nazîyan direve û ji bo nekeve destê wan xwe dikuje jî ev tablo li cem wî ye.  

Dîrok yekpare ye

Benjamîn, têgeha dîrokê bi vê tabloyê ji nû ve dinirxîne. Benjamîn dibêje, "Pêşveçûyîna ku em bi nav dikin, ev bahoz û bager bi xwe ye!" Benjamîn dibêje, divê dîrok wek parçeyên ji hev cuda yên bûyerên qewimî neyê nirxandin. Ew dîrokê yekpare dibîne û wisa dinirxîne. Bi ya wî weke beşên ji hev cihê, nabe mirov dîrokê binirxîne: "Em nikarin di dîroka îro (serdema niha) de û di wexta em niha tê de, li şopên paşerojê bigerin û hîn bibin. Lê em dikarin, vegerin kavilên berê û di wexta bihurî de bidin pey şopên siberojê (îroj) û siberoja xwe li ber çavên xwe zindî bikin"

Ferîşteha di neqebê de

Ferîşteha Paul Klee, gelo ew ê bifire û dûr bikeve yan na? Wext derbas dibe û diçe; her tişt li ber çavên ferîştehê parçe parçe û tevlîhev e. Dîrokeke şêlû, sedsalên dijwar ên bi toz û dûman. Pişta ferîştehê, her çiqasî li siberojê be jî û berê wê li rabihuriyê, tirsekê girtiye derûdora wê û ew di rewşeke xeter de ye. Gelo wê bifire here yan jî wê ber bi wexta bihurî ve here? Ferîşteh di kêliyeke zehmet de difikire, tengijiye, nizane çi biryarê bide. Ferîşteha Klee gelek tiştan ji mirovahiyê re dibêje. Hest, giyan, acizî û auraya wê behsa dîroka hezar salan dike. Tabloyekî yekta û bêhempa… 

Min hez dikir vegerim

Helbestvan Gerhard Scholem, hevalê Benjamîn e. Di rojbûna wî de helbestekê diyarî wî dike. Navê helbesta wî "Silava Ferîştehê" ye: 
Baskên min amade ne xwe li hev xin
[Lê] Min hez dikir vegerim
Heta axirzemanî li wir bimînim
Ez ê [dîsa jî] zêde bextxweş nebûma.*

Ev niherîn û awir ji bo kî ne?

Gelo ferîştehê tevgera azadiya gelê Kurd çawa dixwiye? Gelo mirov dikare bi saya vî wêneyî dîrokekê bixwîne yan na? Sekna di vî wêneyî de, çi dibêje ji civaka Kurd re? Egîd bi vî wêneyî dixwaze çi bibêje ji me re? Ev çikbûna wî nîşaneya çi ye gelo?  Ew nihêrîn û awirên Egîd ji kî re ne, ji bo çi wisa dinihêre û kûr dirame?

Mêrxas û serbilind e

Li ser zinarekî bilind, li pêşiya çiyayekî bi berf. Bi rêk û pêk e. Bi xwe bawer e. Qeşengbûneke wî heye, mirov jê diheside. Mêrxas û serbilind e. Cotên cizlewêtên wî xwe baş bi erdê ve zeliqandine. Gora wî ya koçerî het bi ser çoka wî jî, lingên wî şidandine. Şalwarê wî lê hatiye. Şûtika li navtengawî, pişta wî bi qewet kiriye, xûz nîne, çik e û xwe tikandiye. Kembera xwe jî li ser şûtik girêdaye û navtenga xwe baş qewî kiriye. Îşlikekî belek li xwe kiriye. Di ser wan de jî montekî kesk û xwe bi awayekî baş pêçaye. Di berîka wî de pênûseke spî xuya dike. Pênûsa ku dîrokeke nû dinivisîne li serê çiyayê Kurdistanê û qedera gelê Kurd diguherîne.
Porê wî hinek li hevketiye û simbêlên wî darîçav in. Çeka di destê wî de wêne temam dike û ew çek dibe temînata Kurdîstana azad û serbixwe. Gerîlayekî xweşik e ew, û wî pişta xwe daye çiyayên xwe.

Ev çiya ne bê xwedî ne

Kî ev wêne girt, nizanim. Bi kîjan hîsan û ji bo çi girt jî nizanim. Lê ev wêne ne wêneyekî ji rêzê ye li gorî min. Destpêka destaneke bê dawî ye û wek Odysseusê Kurdan e Egîd. Dest bi rêwîtiyeke dijwar dike. Wek ku wiha bibêje, “Ev çiya ne bê xwedî ne!” 

Maneya guleya yekê

Guleya yekê, doktirîna Frantz Fanon e. Fanon fikrên xwe wisa dide zanîn, "Li welatên mêhtingeh, xebatên rêxistinî û têkoşîna bi çekan tiştek zahmet e. Ji ber ku li van welatan gel hatiye çewisandin. Gel ditirse. Tundî, heqaret, piçûkxistin, zext û zordarî ruhê wan felişandiye. Gel baweriya xwe winda kiriye. Ne bi malbat, ne bi xizm û ne jî bi êl û gundiyên xwe bawer e! Û ji siberojê jî bi guman e. Lewma jî piştî demekê civakên wiha xwe, malbat, xizm û neteweya xwe ji rêzê û piçûk dibînin. Guleya yekê, koledarî û melisandina keseyata ku her tim bi tirs dijî, dikuje. Bi vê guleya yekê kes/kesayet weke mirovekî nipînû ji nû ve tê dinyayê."

Heyfa şikestinên berê ye

Bi vê guleya yekê, serhildanekê, dozekê dest pê kir. Gel bi xwe bawer bû. Kesayetên nû yên bi xwe bawer, derketin holê. Bi dengê guleya yekemîn, kerikên guhên zindanên bajar teqîyan. Berxwedan bû jiyan, jiyan bû berxwedan. Serhildanê dest pê kir û gel rabû ser piyan. Di wêneyê Egîd de dîrok û hesreta azadiyê ya hezar salan veşartiye. Ev wêne belgeya heyfa şikestinên serhildanên berê ye. Nivisandina dîrokeke nû bi xwe ye. 

Kurdistan ne xeyal e

Li ser serhildana Agirî, rojnameyên wê demê yên dewleta Tirk bi karîkatûrekî Kurdîstanê dixin mezel û betonê dirijînin ser "Muhayyel Kurdistan burda medfundur" yanî "Kudistana xeyalî, li vir veşartiye". Ev karîkatûr piştî têkçûyîna serhildana Agirî tê xêzkirin. Kesên desthilatdar her tim dixwazin Kurdistan bindest bimîne û azad nebe! Lewma jî ew, daxwaza Kurdîstana azad weke xeyaleke ne mumkin, dibînin. 

Wêneyê Egîd ji me re û ji dagirkeran re dibêje, “Kurdistan ne xeyal e!”. Ev sekn û wêne silavek e ji Biroyê Heskê Têlî, Reşoyê Silo, Usivê Mero û gelek cangoriyên din re. Weneyê Egîd dîrokeke yekpare ye, ya ku Benjamîn behsa wê dike. 

Mi kilîtê kou kerd vindî

Di qirqirina Dêrsimê de yekî bi navê Hemê Mîrzê Sil heye ku mezinê êlekê ye. Piştî şerê dijwar teslîmê leşkeran dibe. Fermandar jê dipirse, "Çima heta vêga tu teslîm nebûyî û niha teslîm dibî?" Hemê Mîrzê Sil wiha lê vedigerîne, "Mi kilîtê kou kerd vindî" (Min kilîta çiyan winda kir). Kilîta çiya çi ye yan jî kî ye? Hemê Mîrzê Sil lawê xwe yê ku li rex wî, bi mêrxasî şer kiriye û li ber xwe daye, winda kiriye. Kurê wî hatiye kuştin. Lewma jî ew dibêje, min kilîta çiyan winda kir.

Ha wêneyê Egîd, xwedîderketina li kilîta çiyan e. Neviyê Hemê Mîrzê Sil mezin bûne û behsa şoreşê û rizgariyê dikin. Pişta xwe didin çiyayên xwe û bi çiyayên xwe bawer in. Ev wêne ji me re dibêje, "Kilîtê kou, qomîdê maneno" (Kilîta çiya dê bi gel re bimîne). Êdî li Kurdistanê kes wê nebêje, "Mi kilîtê kou kerd vindî." Mifteya çiya û zinarên bilind di dilên têkoşerên nûgiha de ye. 

Egîd, sînga xwe daye ber bahoz û ecacokên sedsalên bi toz û dûman û bi hêvî li siberojê difikire; weke Angelus Novus bi dudilî tevnagere! Wî zimanê bahoz û bageran ji ber kiriye û mifteya çiyan xistiye berîka xwe. 
Pêwîst e em mêrxasekî wek Egîd her roja 15’ê Tebaxê carek din nas bikin; "Pirsa wî bikin ji dîrokê, li wî bigerin li şoreşê; navê wî Egîd e Egîd."

* Mein Flügel ist zum Schwung bereit / ich kehrte gern zurück / denn blieb ich auch lebendig Zeit / ich hätte wenig Glück.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.