Bîrdanka herêmekê; Corc Selîm

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Nîsan 2026 - 15:30

  • Li naverasta bazara mezin a bajarê Hesekê deriyê studyoyeke kevn (Kerem Lil Elwan) bala mirovan dikişîne. Studyo mîna muzexaneyeke bîranînan ku dîrokê zindî dike û dîwarên wê çîrokên xelkê herêmê vedibêjin.

Corc Selîm (71), parçeyek ji bîrdanka herêmê ye ku her kes wî dinase. Rûyê studyoya wî bi wêneyên kevn ên herêmê hatine xemilandin û bi wêneyan paşeroja mirovan bi bîr tîne. Dibe ku gelek ji wan mirovan mirî bin, lê belê di bîrdanka Corc Selîm de ne. Her wêneyek çîrokek û dîrokekê vedibêje. Corc Selîm kamereyên biçûk danîne rûyê dikanê, weke nobedarên bîrdankê ne.

Li gel Corc Selîm wêneyên kevn hîna hene, hinek kes ji Corc dixwazin ku wêneyên wan nû bike. Yek ji wêneyê wî di sala 1973`an de li Humsê hatiye kişandin. Ew wêne bi zeman re kevn bibû. Corc bi baldarî ew wêne ji nû ve çêkir.

Li ser refikên studyoyê wêneyên rengîn ên kevn, yên reş û spî jî li hemû quncikên studyo, hebûn. Wêneyên tu vedigerandî dîrokê, hinek ji wan toz li ser hebûn, hinek jî li ber xwe didan ku neyên jibîrkirin. Li ser refikekê jî kamereyeke ku temenê wê 30 sal hebû, parçeyek antîka ji paşerojê mabû û îro jî çavdêr dike. Li kêleka wê odeyek hebû şahidî ji zemanê berê re kiribû ku çawa wêne hêdî-hêdî dihatin çapkirin. Leptopeke kevnar a berê hîna heye û Corc li ser dixebite.

Studyoya herî kevn a Cizîrê

Corc Selîm ji dema ku wêne hîna reş û spî dihatin çapkirin, dest bi xebatê kiriye û piştre jî wêneyên rengîn derxistine. Corc Selîm axivî û got: "Destpêkê ez li stûdyoya Gabriel a yek ji studyoyên herî kevnar li Hesekê ye xebitîm. Piştî ku kişandina wêneyên rengîn derbasî Sûriyeyê bû me destpêka salên 1990'î hinek kes li Helebê nas kirin. Em bi wan re xebitîn û piştre me sala 1992`an şaxekî wê bi navê `Kerem` li Hesekê vekir. Em studyoya herî kevn a herêma Cizîrê ne. Me bi rêya cîhazên taybet dest bi xebata otomatîk kir. Ji sala 1992`an ve em li vê studyoyê dixebitin. Me gelek mirov nas kirin, heyanî roja îro em wêneyên kevn nû dikin. Gelek kes me nas dikin û em bûn parçeyek ji bîrdanka vî welatî

Parêzvanê bîranînan

Di quncikeke dîtir de kamereyeke kevn ku temenê wê 40 salî ye diparêze. Ev kamere ne tenê amûreke, parçeyek ji keda Corc û westandina wî ye, zeman berê jiyaye û hemû bîranînên Corc hundirê xwe dihewîne. Corc Selîm destnîşan kir ku dema studyoyê vedike dilê wî şad dibe û di kêliyan de hemû jiyana wî tên bîra wî. Dibe ku teknîk pêşketibe û dem hatibe guhertin lê belê Corc Selîm hîna çapxane û kompîturek kevn bikar tîne. Der barê vê yekê de wiha got: "Ne her tiştekî nû ji me re guncaw e, studyoya me kevn e û em amûrên xwe yên me bi wan dest bi kar kiriye bi kar tînin. Kar parçeyek ji mirovan e. Bi vê xebatê re ez bûm berpirsyarê parastina bîranînan. Tişta li gel min girîng be ku ez cûdahiyê têxin navberê van wêneyan pêşkêş bikim. Em hez dikin ku bîranînan biparêzin û nîşan bidin.''

‘Bi karên xwe serbilind im’

5 0 sal e Corc Selîm li studyoya herî kevn a Hesekê dixebite. Corc rojên xwe yên berê wiha anî bîra xwe: "Berê daxwaza mirovan a kişandina wêneyan zêdetir bû, piştî ku telefon derketin ew daxwaz kêm bûye. Berê malbatan bi hev re dihatin studyoyê da ku wêneyên xwe bi hev re bikşînin. Niha ev yek gelekî kêm bûye." Dîwarên studyo bi zeman re bûne mîna muzexaneya wêne û amûrên kevnar. Corc Selîm di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Ez serbilind im ku me bi salan xizmeteke wiha ji herêmê re kir. Me gelek mirov, ji ciwanên wê heyanî mezinan razî kirin."

DIYAR AHMED-ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.