Berhemên xwe rêkin ji Pêşbirka Denîz Firat re

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Nîsan 2026 - 14:30

  • Serlêdanên îsal ya ji bo 7’emîn Pêşbira Wênekêşî, Çîrok û Helbestan ya Şehîd Deniz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwedevanên Azad ya Mexmûrê ve tê lidarxistin destpê kir.

Komîteya Amadekar li ser serlêdan û 7’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan ya Şehîd Deniz Firat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “7’emîn Pêşbirka Wêne kêşan, Çîrok û Helbestan ya Şehîd Deniz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin. Pêşbirka îsal diyarî şehîdên tekoşîna azadiya Kûrdistanê Şehîd Rohat Rover, Şehîd Zîyad Helep û Şehîd Denîz Çiya dikîn.

Pêşbirk di 25’ê Nîsana 2026’an de destpê dike.

Kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta dawiya Hezirana 2026’an de berhemên xwe bişînin navnîşanên hatîne diyarkirin. Merasîma 7’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Deniz Firat wê di 08’ê Tebaxa 2026’an de li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.

Zimanên Tevlîbunê;

Berhemên ku were peşkeş kirin; Zimanên Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî) Erebî, Farsî û Tirki ye.

Mercên Pêşbirkê:

Divê berhem li tu cihî nehatibe weşandin.

Divê berhemên ku hûn bişînin bi aqilê çêkirî (YAPAY ZEKA) nehatibe çêkirin.

Beşdarvan dikarin di beşa helbestan de herî zêde 2 helbestan, di beşa çîrokan de 2 çîrok û di beşa wêne kêşan de 2 berheman beşdar bibin.

Beşdarvan divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta dawiya Hezirana 2026 an bi rêya navnîşanên ku hatine diyarkirin bigihînin destê me.

Navnîşan:

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur) / Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Mexmûrê.”

ROJNEWS/MEXMÛR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.