- Romana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a bi navê Efsûn li Hewlêrê bi Soranî hate belavkirin.
Romana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş a bi navê Efsûn li Hewlêrê bi Soranî hate belavkirin.
Li Pirtûkxaneya Aştî ya li Hewlêrê bi amadebûna xwendekar, rojnameger û aktîvîstan romana Selahattin Demirtaş a bi navê Efsûn a Ferhad Çomanî ew wergerandiye Soranî, hate belavkirin. Herwiha Ferhad Çomanî jî pirtûk îmze kir.
Di merasîma belavkirina pirtûkê de Wergêr Ferhad Çomanî got: “Li girtîgehê nivîsandin ne hêsan e. Tişta ku Demirtaş dike, dest ji xebat û doza gelê Kurd bernedan e. Ev pirtûka 4’an a Demirtaş e ku li girtîgehê dinivîse. Li gel ku ji bo nivîsandina romanê pêwîstî bi çavkanî û geranê heye, lê destê Demirtaş nagihiyê. Piştgiriya xebat û doza wî bikin.”
ROJNEWS/HEWLÊR