Du pirtûkên nû yên Na’yê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Gulan 2023 - 04:44

Weşanxaneya Na’yê du pirtûkên nû yên Kurmancî çap kirin.

Ji van pirtûkan yek jê ya Serdar Komurcu ya bi navê “Şibake” ye û çîrok in. Şibake hem navê pirtûkê ye hem jî navê çîrokê ye, ev çîrok di 11. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt de hêjayî xeleta hatibû dîtin. 

Nivîskar Serdar Komurcu du salan li ser hev du di vê pêşbaziyê da xelat wergirtiye. Lewma wî ev pirtûk diyarî Şerzan Kurt kiriye. Serdar Komurcu heta vê gavê 2 pirtûkên çîrokan bi Kurdî nivîsandiye. Di çîrokên pirtûka Şibake de diyar e ku nivîskar her diçe li nivîskariya xwe zêde dike. Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê ve ji hev cuda hene, çîrokên kesên ji rêze, mijarên ku em dizanin û tevneke zexm wê van çîrokan bi xwendevan bide xwendin.

Pirtûka din jî romana Mahîr Bagor a bi navê “Çavqirpandina Bêriyê” ye. Roman ji 84 rûpelan pêk tê û hewl dide salên 90’î bîne bîra xelkê. Bi nirxandina weşanxaneyê; “Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî, welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn.“

Beşek ji danasîna romanê wiha ye: “Xwîna me ji bo evîna welat diherike. Evîna me welat e, welat jî di rihê ciwanan de her tim zindî ye! Dengê me dengekê xweşîyeka nepenî ye. Em di girêdana welatê xwe de sermest in. Evîna takekesî di nav zemanî de mîna pelên guleka bitenê diwere li ber bablîsoka demê. Evîna mezin, hezkirina di rihê felsefeya me de watedar e. Jîyanek, xwedî felsefeya evîneka hevpar be, wê demê rihê azad, vîna bi biryar jî wê di hundirê xwe de ava bike. Tekilîyeka evînê ya ji rêzê bi xwe re piştî kêfxweşîya du rojan, nakokîyan tîne. Bila gavên evîna we mezin bin, wê demê rihê jîyana we jî wê di dilpakîyê de bibe behr.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.