- Weşanxaneya Sîtavê kitêba “Di Gotinên Pêşiyên Kurdan de Jin” a ku Mehmet Oncu hazir kiriye, weke “yekem berhema gotinên pêşiyan a li ser jinan”
Weşanxaneya Sîtavê kitêba “Di Gotinên Pêşiyên Kurdan de Jin” a ku Mehmet Oncu hazir kiriye, weke “yekem berhema gotinên pêşiyan a li ser jinan” dide naskirin û dibêje ev kitêb ferhengeke girîng e.
Weşanxaneya Lîsê jî bi navê “Efsûna” kitêbeke helbestan a nû çap kir. Helbestkar Aytenxan Kitêba Efsûna nivîsiye.
Beşek ji helbesta “Efsûna” ya Aytenxanê li jêr e;
Efsûna, tu çûyî
Tuyê dîsa werî yan na
Heke tu hatî nebe çîrok
Bibe stranek û were
Destê te de toprihan
Porê te ji ewrên payiza pêşî be...
NAVENDA NÛÇEYAN