Romannûsê Kurd Fawaz Husên bi romana xwe ya bi navê “Nameyek ji bavê min re” silaveke din dide xwînerên romana Kurmanciyê. Fawaz Husên ji bo romana xwe dibêje, “Nameyek ji bavê min re, daxwaza lêbihurîn û bexşandinê ye... eger ne dereng be!” Roman 120 rûpel e.
Kitêba helbestvan Yehya Omerî ya bi navê “Nêrgiza li defterê bişkivî” jî nû çap bû. Ev kitêb jî ji 128 rûpelan pêk tê û kitêba duyem a Yehya Omerî ye. Her du kitêb jî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatine derxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN