‘Du kirasan bi hevre lê dikim’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Çile 2022 - 22:00

  • Ayhan Erkmen: Her çîrok xwedî paşxaneke dîrokî ye. Ji berhevkirina çîrokên pirr klasîk bêhtir, qewmînên vê sedsala dawî dikim çîrok. Dema ku van dikim çîrok jî ji bilî ya ku ji min re hatî vegotin, her wiha li ser dîrokê jî dixwînim. Ango her du kirasan bi hev re lê dikim. 

RÛHEYV AX / ANF/COLEMÊRG

Ayhan Erkmen ji mêj ve li ser çîrokan dixebite û hem niviskî, hem devkî parve  dike. Li ser fikra, ka pirsa çîrokbêjiya wî çawa dest pê kiriye, ew dibêje, ''Min çîrok nivîsîbûn û min ê bi rengê pirtûkê ew çap bikirana, lê bi min pirr karîger xuya kir ku li torên parvekirina civakî vî karî parve bikim. Ji bo ku xwe vebêjim, platformek bû. Mirovan ji xwendinê bêhtir ev dişopandin. Li ser vê, min jî li ser youtubeyê dest bi vegotina çîrokên xwe kir. Piştî demekê, dema ku bala mirovan kişand, vê yekê ez motîve kirim. Bi vî rengî min dest bi çîrokbêjiyê kir.''

Çîrokbêjên me kêm in

Ayhan Erkmen, îşaret bi wê yekê dike ku di bernameyên çîrokbêjiya wî de gelek ciwan hazir dibin, peywendîdar in, pirsan dikin, bi wî re têkilî datînin û ev jî hêviya wî geş dike: ''Ji vî alî ve li ser paşeroja çîrokbêjiyê hêvîdar im. Belê bi sedan dengbêjên me hene û distrînin lê çîrokbêjên me kêm in. Divê em wan jî zêde bikin.''

Derheqê têkiliya çîrokbêjî û dengbêjiyê de Erkmen dibêje, ''Her dengbêj çîrokbêj e, lê her çîrokbêj ne dengbêj e. Çîrokbêj tenê bi çîroka xwe dizane, bi strana wê nizane. Herduyan tim hev xurt kirine. Dengbêjekî ku ketî ber karîgeriya çîroka çîrokbêj, strana wê çêkiriye. Çîrokeke dramatîk a Siyo û Zelêxa hebû ku van demên dawî min bihîstibû û nivîsîbû û vegotibû. Piştî ku min ew çîrok parve kir, dengbêj Apê Zahir strana wê çêkir. Ji ber vê mirov dikare bibêje, navbeyna du de çandan tim danûstandinek heye.''

Çanda devkî negihîşte nivîsê

Erkmen dibêje, wêjeya devkî ya her civakê heye, hin gel zûtir bûne xwedî derfet ku vê bikin nivîs û dibêje, “Ji ber bêdewletiya gelê me, rengê jiyana wan, belkî ji ber ku perwerde pirr berbelav nebû, ew çanda devkî, zû negihişte nivîsê. Dengbêj û çîrokbêj ji vî alî ve bi roleke mezin rabûne.”

Her çîrok xwedî paşxanekê ye

Derheqê çîrokbêjî û bîra civakî de jî Erkmen dibêje, ''Dibe sedem ku bîr û bîreweriya civakî zindî bimîne. Çîrok, stran giyanê civakê ne. Civak bi wî giyanî hilmê dide û distîne. 'Her çîrok xwedî paşxaneke dîrokî ye. Ji berhevkirina çîrokên pirr klasîk bêhtir qewmînên vê sedsala dawî dikim çîrok. Dema ku van dikim çîrok jî, ji bilî ya ku ji min re hatî vegotin, her wiha li ser dîrokê jî dixwînim. Ango her du kirasan bi hev re lê dikim.”

Ji çar aliyên cîhanê çîrokan dişînin

Erkmen ji bo serpêhatiya peydakirina çîrokan jî dibêje, destpêkê ew bi pey çîrokan diket lê van demên dawiyê, êdî mirov çîrokan digihînin ber destê wî: “Ji çar aliyên cîhanê, çîrokan ji min re dişînin. Ango dengê mezinên xwe, rojnivîskên ku mezinên wan nivîsîbûn digihînin ber destê min. Vê carinan bi devkî, carinan niviskî dikin.” 

Erkmen herî dawî zext û zordariya serdestan a li ser Kurdan bi bîr dixe û dibêje, “Zext û zordariyên serweran kiriye ku dîroka devkî, çanda devkî, wêjeya devkî li nav Kurdan zêdetir berbelav û xurttir be.”

Ayhan Erkmen sala 1973'an li navçeya Dîgorê ya ser bi Qersê, li bajarokê Bazarcixê çêbûye. Piştî ku Fakulteya Hiqûqê diqedîne çar salan li navenda Qersê parêzeriyê dike. Erkmen li Bazarcixê dibe şaredar û sala 2011'an dema ku şaredarî dikir, hatibû girtin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.