Dizên nasnameyan û pîşadiyên jiyanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Adar 2023 - 05:18

  • Kitêba bi navê “Dizê Nasnameyan” a nivîskar A. Latîf Karaaslanli behsa serpêhatiya niviştekê dike. Ev nivişt deriyên nasnameyên veşartî vedike û sirra civakeke ku hatiye qirkirin derdixe holê. Her wiha behsa dizên nasnameyan jî dike ku xelk tenê bi pîşadiyên jiyanê van dizên nasnameyan nas dikin.

DERWÊŞ ELÎ

 

"Heke rondikên çavan ên dîrokê hebûna bê guman dê mirovahî di bin avê de bimaya.” Abdullah Aren Çelîk dîrokê di romana xwe ya bi navê “Mirovê Bi Xwîn” de bi vî awayî pênase dike. Desthilatdarî ol, civak û neteweyên cihê ji dêvla ku weke dewlemendiyekê binirxînin, li hemberî hebûna xwe weke astengiyekê dibînin. Dema mirov berê xwe dide rabuhiriya Mezopotamya û Anatolyayê mirov dibîne ku li wir ol, çand û civakên cihê niştecih bûne û bi salan li wir bi hevre jiyane. Ji Asûran heta bi Ermeniyan, gelek neteweyan bi rengên xwe ev erdnîgarî xemilandine. Her wiha çand û olên cuda li vê herê belav bûne. Lê dewleta Osmaniyan xelkên ne misilman da ber şûran û yên mayî sirgûn kir. Dewleta Osmanî destpêkê mesîhî sirgûn kirin û pê re pê re jî Ermen û neteweyên din şandin sirgûniyê. Ji lewma jî dîroka dewleta Osmaniyan û her wiha ya komara Tirkiyeyê di heman deme de dîroka qirkirina ol û neteweyan e.

Kitêba bi navê “Dizên Nasnameyan” ya nivîskar A. Latîf Karaaslanli vê yekê baş nîşan dide bê ka çawa ev neteweyên ne misilman ji axa xwe dûr ketine û sirgûnê deverên din bûne. Kesên ku ji ber zilma dewleta Osmaniyan direvin û zordestiyê dibînin, çiya û şikeftan ji xwe re dikin stargeh û wextekî dirêj li wir dimînin heta ku tehlûke dibihurin û diçin. Hin ji wan xelas dibin û hin ji wan jî dimirin.

Di sedsala 20’an de Osmaniyan ji bo Ermenan ferman derxist da ku werin kuştin û sirgûnkirin. Di wan salan de li Sasonê (navçeya Êlihê ye) jî gelek Ermenî hebûn û tevî Kurdan jiyana xwe li ser axa Kurdistanê derbas dikirin. Dema ferman li wan rabû, Ermenên li Sason pêşî xwe spartin çiyayên Sasonê. Di nav van çiyan de çiyayê herî navdar Çiyayê Mereto ye. Her wiha Çiyayê Evrayê jî parçeyekî Mereto ye û di navbera her du çiyayan de newaleke kûr heye ku herdu çiyayan ji hev vediqetîne. Kitêba “Dizên Nasnameyan” behsa serpêhatiya Ermanan a li Çiyayê Evrayê dike.

 

Serpêhatiya li Çiyayê Mereto û Evrayê 

Ronî kurê Agopê Ermen e. Ji ber dostaniya di navbera wan û Kurdan de, Agop vî navê Kurdî li kurê xwe dike. Dema malbata Agop dibihîse ku dewleta Osmaniyan biryara fermana wan daye dikeve nava liv û tevgerê. Bi çend eşîrên Kurd re dicivin û dişêwirin. Jixwe, wê demê di nav eşîrên Kurd de jî tifaq tine bûye. Hin eşîr û malbatên Kurd piştigirya Ermenan dikir li hember Osmaniyan û hin eşîr jî tevî dewletê êrişî Ermenan dikir. Eşîrên êrişî Ermenan dikirin jî çav berdabûn mal û milkê wan, wan dixwest Ermen werin qirkirin da ku bi rehetî malê wan bi dest bixin. Hingê Ermenên li herêma Sasonê berê xwe didin Çiyayê Sasonê. Malbat xwe dispêrin şikeftan da ku li hember Osmaniyan şer bikin. Ji bo wan Çiyayê Evrayê pal û pişt e. Ji ber ku ew naxwazin ji axa xwe dûr bikevin, biryara şer didin û li derûdora çiya çeperên şer hazir dikin. Agop gazî neviyê xwe Ovakîm dike û jê dixwaze çend tiştên ku li rex wî ne, li cihekî veşêre da ku kes nebîne. Ev tişt di nav qutiyekê de ne. Lê şer diqewime. Her çiqas Agop tevî hin şervanên din li ber xwe dide jî bi ser nakevin û tev tên kuştin. Ji meydana şer tenê neviyê Agop Ovakîm xelas dibe. Ovakîm kurê Ronî ye. 

 

Sirra qolyeya Marîa û nasnameya Ayselê

Beriya şer dest pê bike, li gundê ku Agop jî lê ye, şêxek û kurê xwe hene. Ew dixwazin bi wan re bibin alîkar da ku teslîm bibin û li ber xwe nedin. Lê Agop û kurê xwe Ronî vê yekê qebûl nakin û li ber xwe didin. Ji xeynî Ovakîm hin zar û zêç jî xelas dibin. Kurê şêx ji vana Marîa û Anûş dibe cem xwe û li wan xwedî derdikeve. Lê Marîa piştî demekê dimire û beriya bimire qolyeya xwe dide kurê şêx. Kurê şêx jî paşê tev li Serhildana Sasonê dibe û ji ber tev li şer dibe dewleta Osmanî wî sirgûnî Anatolyaya Navîn dikin. Kurê şêx jî ji niviştê ango qolyeyê tiştek fêhm nekiriye. Gava ku Anûş mezin dibe niviştê dixe stûyê wê. Lê ji Anûş re ti carî behsa malbata wê nakin. Anûş jî niviştê ji keça xwe Ayselê re dihêle û gava Aysel mezin dibe, ew qolyeyê dixe stûyê xwe. Keça Anûş, Aysel mezin dibe û diçe li Stenbolê zanîngehê dixwîne. 

 

Gerîla rastî qutiyê tên

Di vê navberê de jî gerîlayên Kurd li çiyayê Sasonê bi leşkerên Tirk re şer dikin. Yanî sal derbas bûne. Rojhat û Nesîmî du gerîlayên Kurd in. Ji ber zivistanê di şikeftekê de asê dimînin. Ev şikeftên ku lê asê mane, ew şikeft in ku Agop û kurê xwe li wir şer kiribûn. Dema di şikeftê de asê dimînin, hin pirtûkan dibînin û her wiha qutiyeke neqşkirî. Wekî din çend kaxizên ku nivîs li ser wan hene jî kifş dikin. Lê ew dikin û nakin nikarin qutiyê vekin. Paşê leşker bi ser wan de digirin û ew bi zorê xwe xelas dikin.

 

Xwe digihîne nasnameya veşartî

Di vê navberê de Aysel hîna jî li zanîngehê xwendekar e. Rojekê çav bi niviştê dikeve. Meraq dike û niviştê vedike. Li ser kaxizekê bi Ermenkî çend tişt hatine nivîsandin, li gel nivîsê jî kolye heye. Lê ew tiştekî tênagihîjin ji vê meseleyê. Aysel paşê tevî hevalên xwe li ser înternetê malperekê vedike û wêneyên kaxizê ku li ser nivîsa Ermenkî heye, parve dikin. Bi awayekî tesadûfî Rojhatê gerîla rastî malperê tê û ew û hevalên xwe li ser vê tiştê difikirin. Her çiqas hevalên wî jê re dibêjin, bi pey vê tesadûfê nekeve jî ew dev jê bernade. Dixwaze meseleya rastîn hîn bibe û serpêhatiya vî tiştî derxe holê. Ji hevalên xwe komputerekê dixwaze û xwe digihîne Ayselê. Bi vê peywendiyê, Aysel ji Stenbolê berê xwe dide Amedê û ji wir jî diçe çiya. Bi xêra gerîlayan Aysel xwe digihîne sirra qutî, nivişt û kolyeyê. Jixwe, di dawiyê de kifş dibe ku kolye mifteya qutiyê ye. Bi vî awayî Aysel xwe digihîne nasnameya xwe ya ku jê hatiye veşartin. Niviştek û qutiyek eslê Ayselê bi xwîneran dide naskirin.

 

 

Ji Dizê Nasnameyan metnek

 

Diz her tim li dû xwe hin tiştan dihêlin, kesên ku zanibin çi ji wan hatiye dizîn bi hestên tolê dikevin nava bizavan, yên ku nizanibin çi ji wan hatiye dizîn, valahiyek xwe li wan digire. Di jiyana wan de her tim ev valahî xwe bi wan dide hîskirin. Kengê rastî hin sedeman dibin, pirs li ser hev tên hişê wan û dikevin nava lêgerîna bersivan. Jixwe, li cihekî pirs hebin, li wir pirsgirêk jî heye. Xwegihandina bersivan ne hêsan e, gelek caran lêgerîn jî bes e ku mirov nav li wan hîsên xwe bike. Wê demê mirov tê derdixe ku jiyana dijî ne ya wî ye. Ez zanim ji min çi hatiye dizîn û li van çiyayan dixwazim tola xwe hildim. Lê pêşiya zanînê ez jî di merheleya binavkirinê re derbas bûm. Hatina min a van çiyayan ji ber van e. Gelo tu dizanî diz çi ji te dizîne? Pirs berî bersivan, bersiv jî di nava lêgerînê de xwe dinimînin. Tu li dû rastiya diya xwe ketibî jî ji bîr neke ew rastî di heman demê de ya te ye. Di esas de tu li dû rastiya xwe ketî. Yên me jî gelek sedemên me hene, lê ya girîng xwegihandina wateya van hestan e. Di nava axaftina xwe de min behsa tolê kir, vê ne di wateya kuştinê de, di wateya hestan de esas bigire.

 

 

A. Latîf Karaaslanlı kî ye?

 

Karaslanli sala 1978’an li navçeya Amedê Bismilê hatiye dinyayê. Zarokatiya wî li Bismilê derbas bûye û heta lîseyê li vî bajarî xwendiye. Di ciwantiya xwe de demeke kin di zindanê de dimîne û piştî ku derdikeve tevlî nav refên gerîlayên azadiyê dibe. Di sala 2004’an de careke din tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Niha li Hepsa Kirikkaleyê ye û têkoşîna xwe didomîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.