Dixwaze albûma xwe derxe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Îlon 2020 - 05:00

BERÇEM CÛDΠ
JINNEWS/KOBANÊ

Remziye Derwêş a 18 salî ku bi muzîkê re elaqedar dibe, ji bo pêkanîna xeyalên xwe bê navber dixebite. Remziya dibêje, "Ez dixwazim li gorî dilê civaka xwe stranan çêkim û bêjim. Ez hem dixwînim û hem jî bi muzîkê re elaqedar dibim û ez hevsengiyê di nava hemû xebatên xwe de çêdikim." 
Remziya Derwîş ya 18 salî ji Kobanê jineke ciwan e ku tevî kêmbûna derfetan û xwendina xwe yê dibistanê, xebatê hunerî jî dike. Ew stranan dibêje, û niha jî dest bi hînbûna lêxistina tembûrê dike.  
Remziye dibêje, "Ji zaroktiya min ve dengê min bi xelkê xweş bû, lê min zêde guh û girîngî nedida dengê xwe ji ber ku xeyalên min yên cuda hebûn weke ku ez xwendina xwe bi ser xim. Piştî şerê Kobanê dîsa ez li hunerê xwe vegeriyam û min vê carê berê xwe da Navenda Çand û Huner a Baqî Xido. Min li vir perwerdeya deng û amûrên muzikê girt. Ez niha endama Navenda Çand û Huner a Kevana Zêrîn im. Her wiha min cihê xwe di Koma Hevrîn ya mûzikê de girtiye. Ez dersên lêxistina gîtarê jî didim."
Remziye, diyar dike ku ew îsal dest bi zanîngehê dike: "Hem perwerdeya min a dibistanê hebû, hem jî ez bi muzîkê re elaqedar dibûm, ev zehmet bû. Lê ji ber ku ez ji herdûyan jî hez dikim, li gor wê ez dema xwe bi rêxistin dikim. Ez hevsengihê di nava hemû xebatê xwe de çêdikim."
Remziye herî dawiyê xeyalên xwe wiha tîne ziman: "Dema ku ez pêwistiya xwe bi parvekirina hestên xwe dibînim, ez berê xwe didim gîtarê û stranan. Ji bo pêşerojê gelek xeyalên min hene, ez hewil didim ku bighêjim asta nivîsandina stran û awazan da ku albûmên min yên taybet hebin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.