‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Cotmeh 2022 - 10:25

Piştî PENa Navneteweyî 88'emîn Kongreya xwe di 27'ê Îlonê de li bajarê Uppsalayê li dar xist şûnde biryar da ku divê zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyê. 
 
Di 27'ê Îlonê de PENa Navneteweyî 88'emîn Kongreya xwe li bajarê Uppsalayê li dar xist. Herwekî gelek carên van salên dawiyê, Navenda PEN’a Kurd careke din bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bû. Seroka Rûmetê ya Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û endamê salan ê Navenda PEN’ê Abdullah Hîcab bi awayeke fermî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Di kongreya de du pêşniyazên Navenda PENa Kurd jî hatin pejirandin û bûn biryar ku ev herdu biryar gelekî girîng û bi mane ne. Li gorî pêşniyaza Navenda PEN’a Kurd, PEN’a Navneteweyî biryar girt ku divê li Tirkiyeyê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û divê piştgiriya gelên Kurd û Îranî bê kirin. 
 
Nivîskar û rewşenbîr li gel mafê Kurdan in

Bêrîvan Doskî li kongreyê, piştî van biryaran ji Radyoya Swêdê Beşê Kurdî bi Beşîr Kavak re axivî û diyar kir ku pejirandina vê biryara daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî li Tirkiyeyê, tê wê maneyê ku qadeke navneteweyî ya nivîskarî û rewşenbîrî ya girîng piştgiriya vî mafê te yê rewa kiriye û daxuyaniya vê biryarê bûye milkeke saziyeke navneteweyî û ev dokûment tiştekî gelekî biha ye ji bo bikaranîna pêşvebirina mafên rewa yên gelê Kurd.  
 
Di kongreyê de herwiha pêşniyaza ku PEN’a Kurd tevî çend navendên PEN’ên din anîbû rojeva delegeyên civînê daxwaza piştgiriya gelê kurd û gelên îranî bû. Ev pêşniyaz jî bi awayeke fermî hate qebulkirin. 
 
Derbarê van biryaran de derket holê ku PEN’ên cîhanê li Uppsalayê piştgiriyeke gelekî xurt nîşanî xebat û çalakiyên Navenda PEN’a Kurd dane û ev yek bi axavtin û daxuyaniyên şandeya Navenda PEN’a Kurd jî hatiye selmandin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.