Divê vîna siyasî bê naskirin

Duşem 5 Tebax 2024 - 02:35

  • Li gelek bajarên Ewropayê di salvegera 10’an de Fermanda Şingalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê DAIŞ’ê pêk hatî hate şermezarkirin. Di çalakiyên bîranînê de hate xwestin ji bo Şengalê vîna siyasî bê naskirin û qebûlkirin da ku siberoja civaka Êzîdî pê were mîsogerkirin û ku bikaribin bi azadî xwe rê ve bibin. 

Di salvegera 10’an a fermana Şengalê, li seranserî Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rola malbata Barzanî û hevkarê Barzanî Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan hate bîbîrxistin û şermezarkirin.

Leîpzîg

Li Leipzigê komên Women Defend Rojava, Gemeinsam Kaemfen, Junge Frauen Kommune, Catcalls of Leipzig û Zora di salvegera qirkirian Şengalê de çalakiyek lidar xistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li Augustus Platz a li navenda bajêr li hev kom bûn û ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Şengalê deqeyek rêz girtin.

Piştre axaftin hatin kirin û hate ragihandin ku ji ber êrişa DAÎŞ'ê ku PDK'ê xelkê Şengalê bêçek û bêparastin hişt, di qirkirinê de destdirêjî li hezaran jinên Êzidî hate kirin û li bazaran hatin firotin.

Swîsre

Qirkirina Şengalê di salvegera 10'emîn de li bajarê Zurîhc ê Swîsreyê bi meşekê hate şermezarkirin.

Çalakger li qada Hevetiaplatzê li hev kom bûn û bi dirûşman ber bi navenda bajarê Zurîchê ve meşiyan.

Beriya meşê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya li Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer axivî û li gel bîranîna qurbaniyan her wiha diyar kir ku divê ew têkoşîna li dijî mejiyê tarî bilind bikin.

Freîbûrg

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmî ya Freîburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda li Freîburgê çalakî hate lidar xistin û qurbaniyên qirkirinê û kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de pankartên li ser qirkirinê hatin vekirin. Li vir endama Kurdistan Solî Armîn Fahl axaftinek kir. Fahl, bibîr xist ku Elmanya qirkirina li hemberî Êzidiyan bi yekdengî nas kir û dersînorkirina Êzidiyên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, kolekirin û destdirêjî li wan hatiye kirin rexne kir.

Berlîn

Girseya gel ji Rosa Luxemburg Platzê dest bi meşê kir û li Bebelplatzê mîtîngek lidar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka SMJÊ Nûjiyan Gunay ve hate kirin.
Nûjiyan Gunay anî ziman ku li gel êrişan jî civaka Êzidî rêveberiyeke xweser ava kir û got, "Xelkê Êzidî ji bo jinûve avakirina Şengalê, xweserî, ewlekarî, alîkariya vegerê û konferanseke alîkariyê ya navneteweyî dixwaze. Tevî ku 10 sal di ser qirkirinê re derbas bûn hîn jî civaka navneteweyî bi berpirsyarî ranabe, divê dawî li vê helwesta xwe bîne. Misogerkirina paşerojeke bi rûmet û ewle ji bo mirovên sax mane gelekî girîng e."

 

London

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên şermezarkirina qirkirinê û eşkerekirina hevkariya dewleta Tirk hatin berzkirin. Her wiha wêneyên ku qirkirinê vedibêje û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser bandora dewleta Tirk a di qirkirina Êzidiyan de û helwesta xiyanetkar a PDK’ê ya li dijî Êzidiyan hat şermezarkirin.

Bordeaux

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Bordeaux, Tevgera Jin û CDK-B’ê çalakî hate kirin. Bi çarçoveya bîranînê de sêwirandinek ji bo temsîlkirina berxwedana hêzên gerîla ku Şengalê parastin û tîştên ku kesên di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin qetilkirin û jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin di wê demê jiyan, hate nîşandan.

Manheîm

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê mîtîngeke hate çêkirin. Di mitîngê de hat destnîşankirin ku di êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat kirin de nêzî 10 hezar Êzidî hatin qetilkirin, nêzî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û heta niha nêzî 3 hezar jin û zarok winda ne. Beşdaran bi daxwaza hesabdayîna berpirsên qirkirina Êzidî, danezanek bi Elmanî xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimre Xiyanet” û “Diktator Erdogan” bi dawî bû.

Saarbrûcken

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jinên Êzidî ya Saarbrucken ve li pêşiya Europa-Galerie mitîng hat lidaristin. Di axaftinan de hate gotin: “Zêdeyî 400 hezar kes ji cih û warê xwe bûn. Nêzî 10 hezar kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û zêdeyî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û kolekirin. Jin li bazarên kole hatin firotin. Heta niha çarenûsa zêdeyî 2 hezar û 700 jin û zarokan ne diyar e.”

Parîs

Li herêma Villiers Le Bel a paytext Parîsê bi wesîleya salvegera 10’an a Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an çalakî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên ku meş lidarxsitin, gelek caran dirûşmeyên “Me Şengalê ji bîr nekir”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” berzkirin.

Her wiha li Stockholm, Kîel, Kopenhagê jî qirkirina Şengalê hate şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.