Divê pêşmerge li ber dagirkeriyê rabin

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 01:35

Derbarê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de, pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Germiyanê axivîn. Pêşmergeyê Dêrîn Hawrê Pêşrew destpêkê behsa armanca dagirkeriya dewleta Tirk kir û got:“Çi qasî bi hêceta PKK’ê jî hatibe, armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Lê dibe ku dewleta Tirk bi welatên din yên cîran re bixwaze statûya Herêma Kurdistanê ji holê rake. Dewleta Tirk endamê NATO’ye û nikare bêyî agahdariya Emerîka vê dagirkeriyê pêk bîne, ji bo vê Emerîka jî ji vê berpirsyar e. Ev pirsgirêkek mezin e û divê serkirdeyên Kurd bi aqilane nêzî vê mijarê bibin û hewl bidin hikumeta Iraqê xwedî helwest bikin. Divê Hikumeta Iraqê dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest be, em jî weke pêşmergeyên Dêrîn, niha û di dema bê de, di xizmeta gel û nîştimaniyê de ne. Li ku derê pêwîstiya gel bi me hebe, em ê li wê derê bin.”

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Salih Mehmud jî bang li her kesê kir ku PKK’ê biparêzin û got:“Ji ber ku ew di berjewendiya hemû Kurdan de kar dikin, niha Iraq dixwaze Kurd li beramberî Tirkiyeyê lewaz bibin. Ez weke pêşmergeyek dêrîn ji vê siyaseta PDK’ê gelek bêzar bûme, ji ber ku carek din ev axa ciwan radestî Tirkiyeyê dike. PDK bi xwe beşeke ji xiyanetê, ji ber ku dema borî jî PDK’ê piştgirî dida çeteyan û xizmeta wan dikir. Eger Tirkiye herêmê dagir bike, wê êdî rizgarkirina herêmê gelek zehmet bibe. Ji bo vê îro ji sibe baştir e em parastina ax û nîştimaniya xwe bikin. Pêwîst bû niha hemû hêzên pêşmerge li beramberî artêşa Tirk ketiban nava liv û tevgerê û amade ban. Ger em bixwazin, em ê bikarin Tirkiye neyê ser xaka me.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.