Divê pergala Îmraliyê hilweşe
Duşem 17 Adar 2025 - 03:45
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku serketina banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya di 27’ê Sibatê de hatî kirin, girêdayî gavên ku Wê Tirkiye biavêje ye û got, divê pergala Îmraliyê hilweşe.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî banga Rêber Apo, têkildarî geşedanên rû dane ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku serketina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Cemîl Bayik anî ziman ku ji bo ku Kongreyek were lidarxistin divê şert û mercên agirbestê werin dabînkirin, Rêber Apo bi xwe kongreyê bi rê ve bibe û got:’’Ji bilî Rêber Apo tu kes nikare Kongreyê lidar bixe û di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn. Ji ber ku kesê ev tevger damezrandiye û pêş xistiye Rêber Apo ye. Ji bîlî Rêber Apo ji me tu kes, rêveberiya PKK’ê û kadroyên PKK’ê nikarin vê yekê bikin.’’ Cemîl Bayik da zanîn ku divê şert û mercên karkirina bi awayekî azad û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin dabînkirin û diyar kir ku divê Meclîsa Tirkiyeyê komîsyonan ava bike û hin yasayên Qanûna Bingehîn biguherîne û pergala Îmraliyê hilweşîne. Bayik anî ziman ku ger ji bo Rêber Apo şert û mercên xebîtîna bi awayê azad neyên dabînkirin, pêvajoya ku tê hêvîkirin pêk nayê û got ku ev pêvajo di çarçoveya berjewendiyên her kesî de ye û divê ev derfeta dîrokî baş were bikaranîn.
Divê hêzên navneteweyî zextê bikin
Bayik diyar kir geşedanên piştî bangê yên di qada navneteweyî de erênî ne lê belê divê ev hêzên ku têkildarî bangê daxuyanî dane, di pratîkê de jî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û got:’’Çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tenê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd eleqedar nakin. Her kesî eleqedar dikin. Ji ber ku îro navenda Şerê Cîhanî yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e û gelek xwîn diherike. Rêber Apo dixwaze pêşiya vê xwînê bigire. Dixwaze demokratîkbûyînê pêş bixe. Ji bo pêkhatina banga Rêber Apo, divê hemû kes erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Divê ji dewleta Tirk jî bê xwestin ku gavan biavêje.’’ Cemîl Bayik di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hin metirsiyên hin derdor û dostan ên têkildarî pêvajoyê jî. Bayik piştre diyar kir ku berdêlên mezin hatine dayîn, êşên mezin hatine dîtin û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin û tu kes naxwaze ev destkeftî werin lawazkirin û got ku Rêber Apo van destkeftiyan diparêze û zêdetir pêş bixe û wiha dewam kir:’’A niha dibe ku hin kes rastiya Rêber Apo baş fêm nekin û ji ber vê yekê metirsîdar bin. Ev yek normal e. Lê belê bi min wê ev metirsî bi demê re werin derbaskirin. Ji ber ku beriya niha jî di nava gel de gelek caran van metirsiyan rû dan û piştre derket holê ku bi rastî jî ev metirsî belasebeb in. Ji ber ku Rêber Apo hemû caran têkoşîn zêdetir pêş xist û mezin kir. Ji ber vê yekê jî baweriya gel û dostên me ya ji bo Rêber Apo gelekî zêde ye. Weke ku madem Rêber Apo hin pêngavan diavêje, wê demê tiştekî ku dizane heye, difikirin. Û heya niha jî nexapiyan.’’ Cemîl Bayik bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide banga Rêber, lê xwedî derkevin û erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û îfade kir ku divê pêngava gerdûnî ya azadiyê li gel hemû dostan were mezintirkirin û divê Rêber Apo ji pergala Îmraliyê were derxistin.
Divê tifaqa Kurdan xurt be
Eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. Rêber Apo Tirkiyeyê esas digire, dixwaze Tirkiye demokratîk bibe. Ev jî encax bi piştgirî û tifaqa Kurdan dibe. Dîsa îşaret bi felsefeya damezranina Komara Tirkiyeyê kir, got ‘Eger Tirkiye gav bavêje, wê esas bigire vê çêbibe’ û ev gavê avêt. Di vî aliyî de serketina bangê helbet girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Li cîhanê tu pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin. Mînaka vê tune ye. Rêber Apo di aliyê xwe de gavên ku divê bên avêtin, avêtin û got, ‘Ez berspirsê vê pêvajoyê me, berpirsê dîrokê me, ez dabînkar im.’ Got, ‘Ji bo ku ez vê pêvajoyê pêş ve bibim, divê hûn jî vê derfetê bidin min. Yanî divê şert û mercên min werin guhertin, divê ev pergala Îmraliyê were tasfiyekirin.’
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN