Divê nerazîbûn bi girseyî be
Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:02
- Komîteya girtîgehan PKK-PAJK’ê: Eger nerazîbûnên girseyî çênebin wê ev polîtîka bi destê Hîzbulkontra li civakê were belav kirin. Lazim e civak li dijî vê bêhiqûqiyê hestiyar be.
Komîteya PKK-PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êşkenceya li dijî girtiyên li Girtîgeha Patnosê da. Komîteyê got, “Em polîtîkayên şerê taybet ên li girtîgehan li dijî hevrêyên me yên jin, di şexsê jina azad de weke êrişeke li dijî Rêberê me û xeta civaka azad dinirxînin. Divê her kes li hemberî pêkanînên li Girtîgeha Panosê yê li dijî hevrêyên me yên jin, xwedî helwêsteke cidî be.”
Daxuyaniya Komîteya PKK-PAJK'ê wiha ye:
“Zindan laboratuwara pergala serdest in. Ji ber vê yekê qada yekemîn a ku dixwazin polîtîkayên xwe yên şerê taybet lê bimeşînin zindan in. Hewl didin polîtîkayên ku tê xwestin di laboratuwarê de biceribînin, li gorî asta serketinê bi civakê re li hev bînin. Tirsa dijmin a herî mezin a li hemberî zindanan, avahiyên rêxistinkirî ne.
Tetîkkêşên Hizbulkontra bi kar tînin
Faşîzma AKP-MHP’ê bi belavkirina pêkhateya me ya rêxistinî ya di zindanan de û bêrêxistinkirina me, dixwaze encamê bigire. Bi rêbazên şerê taybet armanc dikin ku berxwedana hevrêyên me bişkînin, wan ji têkoşînê qut bikin û wan bînin rewşeke poşmaniyê. Dijminê ku dibîne, diyardeya berxwedanê diafirîne rêxistinbûna mirovan e, dixwaze bi tinekirin û jiholêrakirina pêkhateya me ya rêxistinbûyî ya di zindanan de û lawazkirina hevrêyên me encamê bigire.
Dijminê ku nikare di vê mijarê de bi ser bikeve, vê carê hewl dide hevrêyên me yek bi yek bike hedef. Gelek hevrêyên me yên jin tevî ku cezayê wan qediyaye jî, bi pêkanîn û cezayên nû hewl tê dayîn ku wan bidin poşmankirin û bi pêkanînên tund an jî bi rêbazên nû yên cuda dixwazin di zindanan de encamê bigirin. Di vê pêvajoyê de wê faşîzma AKP-MHP’ê bixwaze Hizbulkontrayan li dijî me weke tetîkkêş bi kar bîne.
Herkes xwedî helwêsteke cidî be
Di salên 1990’î de dewletê bi destê rêxistina Hîzbulkontra gelek mirovên me bi êşkenceyên hovane qetil kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo vê rêbaza êşkenceya hovane ya salên 1990’î ji nû ve were ferzkirin, bi destê gardiyanên tetîkkêş li girtîgeha Panosê li dijî hevrêyên me Nazli Barişer, Mizgîn Kayitbey û Lale Abîşer êşkenceya hovane kirine. Em polîtîkayên şerê taybet ên li dijî hevrêyên me yên jin ên li zindanan, di şexsê jina azad de weke êrişeke li dijî Rêberê me û xeta civaka azad dinirxînin. Li hemberî pêkanînên li Girtîgeha Patnosê li dijî hevrêyên me yên jin, divê her kes xwedî helwêsteke cidî be. Faşîzma AKP-MHP’ê pêşî xwest polîtîkayên xwe yên şerê taybet li ser hevrêyên me yên jin biceribîne. Ger li hemberî van pêkanînan nerazîbûneke girseyî ya cidî bi pêş nekeve, wê hewl bide vê carê van polîtîkayên şerê taybet li hemberî civakê bi pêş bixîne û wê rewşek wiha çêbe ku pêşî lê neyê girtin. Rêbertiya me dibêje, “Jina azadbûyî, civaka azadbûyî ye.” Lewma faşîzma AKP-MHP’ê li her derê jinan dike hedef. Ji ber vê ye ku hêzên hegemon êrişî Rêberê me dikin.
Em banga hestiyariyê dikin
Rêbertiya me dibêje, 'Ji ber ku jiyana mirov bi tenê dema azad be watedar e, li ku derê dibe bila bibe jiyana ne azad, her tim zindaneke tarî ye'. Kesê ku di vê astê de ji aliyê civakî û exlaqî ve li diyardeya zindan û azadiyê binêre, çi li zindanê çi jî li derve, polîtîkayên şerê taybet ên dijmin bandorê lê nakin. Em bang li gelê xwe û malbatên girtiyan dikin da ku li hemberî zext û bêhiqûqiya li ser hevrêyên me yên li zîndanan û bi taybetî li dijî Rêbertiya me tên ferzkirin, hestyar bin."
NAVENDA NÛÇEYAN