Divê mafê hêviyê bê dayin
Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:05
Cîgira Seroka Baroya Amedê parêzer Şîlan Çelîk têkildarî ‘mafê hêviyê’ wiha got: “Di şertên muebeta giran de berdana bi şert tuneye. Divê di vê mijarê de jî sererastkirin bê kirin. Dikare mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya qanûnî û pêk bê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û nîqaşên ‘mafê hêviyê' di rojevê de cihê xwe digirin. Di 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di mijara mafê hêviyê de biryar da ku kesên 25 sal li girtîgehê mane divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin. Tevî 11 salan Tirkiyeyê tu gav navêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê Îlonê de biryarên binpêkirinan dîsa xist rojeva xwe û ji bo Tirkiyeyê ku gavên şênber bavêje heta Îlona 2025’an dem da. Lê niha jî tevî 5 meh derbas bûye hîna tu pêşketin tuneye.
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde mafê hêviyê carek din hat rojevê.
Cîgira Serokatiya Baroya Amedê parêzer Şîlan Çelîk der barê mafê hêviyê de axivî.
Divê mafê hêviyê bê dayin
Şîlan Çelîk da zanîn ku anîna rojevê ya mafê hêviyê û axaftina wê girîng e û wiha dirêjî dayê: “Axaftina mafê hêviyê girîng e. Rakirina cezayê darvekirinê ya li Tirkiyeyê di demek nêz de pêk hat. Nû hatiye rakirin. Wek alternatîf cezayê muebeta giran anîn. Di alî kesên ku ev ceza lê hatiye birîn de mafê hêviyê girîng e. Di vê mijarê de hewce bi sererastkirinên qanûnî heye û bi taybet jî bi vê pêvajoya hatiye destpêkirinê. Bi demokratîkbûnê re ev ferz e. Girîng e ku mafê hêviyê bê rojevê û di serî de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê nasîn. Divê di rejîma înfazê de sererastkirin bê kirin. Di şertên muebeta giran de berdana bi şert tuneye. Divê di vê mijarê de jî sererastkirin bê kirin. Dikare mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya qanûnî û pêk bê.”
JINNEWS / AMED /ŞEHRÎBAN ASLAN