Serlêdanên ji bo wezaretê didomin
Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:50
- Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextên li Tirkiyeyê çûne derveyî welat tê de cih digirin, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber APO re hevdîtinê bikin, kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.
Kampanyaya EFFP'ê li gelek welatên Ewropayê didome. Rojnameger û nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû ku di EFFP’ê de cih digire, têkildarî kampanyayê axivî. Mavîoglû, banga dîrokî ya Rêber APO û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got:“Piştî van geşedanan, her kes li bendê bû ku gav bên avêtin. Lê dewlet xwe giran dike û bi navlêkirina ‘Tirkiyeya bêteror’ re nîşan da ku wê gavan neavêje. Li dijî vê çendek pêşniyar hatin kirin. Yek ji van jî daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bû. Daxwaza vê jî di esasê xwe de tezên Ocalan pêşkeş kiribûn. Ev tez dikarin bandorê li tevahiya cîhanê bikin. Lewma me ev kampanya da destpêkirin.”
Hewldan ji bo azadiya Ocalan e
Mavîoglû, da zanîn ku ji Yewnanistan, Almanya, Swîsre, Fransa, Hollanda û Belçîkayê gelek kes tev li kampanyaya wan bûne û got:“Ji hemû welatên Ewropayê kesên tev li van xebatan dibin hene. Piraniya wan jî akademîsyen, nivîskar û rojnameger in. Gelek entelektuelên li Ewropayê sirgun bûne tê de cih digirin. Hewldana tevekan jî azadiya Abdullah Ocalan e. Avakirina şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan û azadiya wî, ji bo aştiyê diyarker e.” Mavîoglû, got ku rêxistin û avadaniyên cuda yên li Ewropayê piştgiriyê didin kampanyayê û wiha dewam kir:Partiya Çep a Ewropayê, yek ji wan rêxistinên ewil bû ku piştgirî da. Her wiha koma çep a Parlamentoya Ewropayê yek ji wan bû. Rêxistina civaka sivîl ARCI ku li seranserî Îtalyayê zêdetirî milyonek endamên wê û hezar û 400 komeleyên wê hene, jî tev li kampanyayê bû. Li Efrîqaya Başûr Psîkoposên Katolîk, Tifaqa Evanjelî ya Cîhanê, fîlozofê Hirvat, nivîskar û aktîvîstê siyasî Srecko jî tev li bû. Ev kesên tev li xebatan bûn, bi parvekirina vîdeoyan û bi şandina daxwaznameyê ya bi rêya mailê ji Wezareta Dadê re serlêdan kirin. Dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Divê gav bên avêtin
Mavîoglû anî ziman ku rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên cur bi cur xwedî li banga Rêber APO derdikevin û got:“Kesên piştgiriyê didin kampanyayê, dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ji hêla fikrî ve nîqaş bikin. Li hêla din her kes dizane ku divê zext li Wezareta Dadê û Tirkiyeyê were kirin. Lewma ev serlêdan hêj didomin. Serdana Abdullah Ocalan, yek ji mijarên diyarker e. Lê armanca me ya esasî ew e ku şertên azad ên xebatê yên jiyanê yên Ocalan biafirînin. Em dixwazin hikûmet di vê mijarê de gavan biavêje.” Mavîoglû, destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê hiqûqa dijminatiyê ji holê were rakirin û got:“Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê were rakirin. Hewceye hemû qanûnên dij-demokratîk bên rakirin. Ji bo vê jî divê destûra bingehîn biguhere, divê xalên li gorî Peymana Tirkîtiyê bên paqijkirin, divê nasnameya Kurd, Tirk û hemû gelên din di destûrê de bê naskirin. Her wiha divê rêzê ji bo encamên hilbijartinê bigirin, sepana qeyûm ji holê were rakirin, hevşaredarên girtî bên berdan. Divê li her çar aliyên Tirkiyeyê derfetên xwebirêxistinkirina demokratîk bên dayin û astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî bên rakirin.”
MA/ESRA SOLÎN DAL