Kalkan: Pêvajoya ya civakê ye
În 20 Hezîran 2025 - 03:50
- Dûran Kalkan diyar kir ku ev pêvajo ne tenê pêvajoya desthilatdariyê û Rêber Apo yan jî rêveberiya PKK'ê ye û got:"Pêvajoya temamiya civakê ye. Ya ku tê xwestin bê kirin, hemû civakê eleqedar dike. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Divê têkoşîneke welê bê meşandin ku zext li desthilatdariya heyî, bi taybetî jî li AKP'ê bê kirin."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê, li gel agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şerê Îsraîl-Îranê, şerê li Rojhilata Navîn û siyaseta demokratîk û civakî ji Medya Haber TV re nirxand.
Nirxandinên Kalkan bi vî rengî ne:
Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim careke din destnîşan bikim ku berxwedana Îmraliyê rê nîşan dide. Li Îmraliyê herî dawî hevdîtina bi wesîleya cejnê pêk hat, di çapemeniyê de hate weşandin, em bi vî rengî hîn bûn. Yekemcar piştî 27 salan karîbû hevdîtinê bi zarokan re bike.
Rêber Apo soza xwe bi cih anî, ya ku digot 'ez karim bikim' kir. Bang kir, rê nîşanî partiyê da, partiyê kongreya xwe pêk anî. Biryar li ser fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina stratejiya têkoşînê ya çekdarî hate dayin. Ev yek bi rengekî eşkere ji raya giştî re bi belgeyan hate nîşandan. PKK bi ya Rêber Apo kir, banga wî bi cih anî. Soza xwe pêk anî. Lê belê li Îmraliyê guhertinek bû?
Beriya 23'ê Cotmeha 2024'an ti hevdîtin nedihate kirin. Ti hiqûq, qanûn, maf bi cih nedihate anîn. Hiqûq tine bû, qanûn tine bû.
Meclîsê bi wezîfeyê rabûya, qanûn amade bikira. Lê belê hate dîtin ku desthilatdariya heyî, yanî tifaqa AKP-MHP'ê dikare qanûnê bi dilê xwe derxîne. Lê belê di vê mijarê de hewldaneke biçûk jî nehate dîtin. Çend caran bi rêveberên DEM Partiyê re hevdîtin hate kirin. Timî hêvî hatin bilêvkirin. Qaşo piştgirî didan, lê belê partî li meclîsê li hev kom nebûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo pêkhatina mafê hêviyê gavek neavêtin.
Ev pêvajo ne tenê pêvajoya desthilatdariyê û Rêber Apo yan jî rêveberiya PKK'ê ye. Pêvajoya temamiya civakê ye. Ya ku tê xwestin bê kirin, hemû civakê eleqedar dike. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Biryarên ku PKK'ê wergirt her kesî eleqedar dike, her kes pê bandor dibe. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Rêya vê yekê jî meşandina têkoşîneke hîn bi bandor e. Divê têkoşîneke welê bê meşandin ku zext li desthilatdariya heyî, bi taybetî jî li AKP'ê bê kirin.
Daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) hene. Naxwazim wan dubare bikim. Êrîş hene. Dem bi dem zêde jî dibin, dem bi dem kêm dibin. Çekên kîmyewî, her cûre bombeyên qedexekirî, ji taktîk nukleer heta bi çekên kîmyewî têne bikaranîn. Bi rengekî giran têne bikaranîn. Û gerîla şehîd dibin. Hevrê Bawer, hevrê Welat, hevrê Dîcle, dawiya meha Gulanê, destpêka me Hezîranê şehîd bûn. Di şexsê wan de şehîdên berxwedana Zapê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Lê belê şehadeta gerîla dewam dike. Çi ji gerîla dixwazin?
Têkildarî bûyeran û pêvajoyê divê mirov reşbîn nebin. Di vê mijarê de dikarim vê bibêjim. Em bi biryar in ku ji aliyê xwe ve tişta dixwazin bikin, pêk bînin. Me di asta kongreyê de biryar wergirtin. Di asta Rêbertî de biryar wergirtin. Min di axaftinên xwe yên beriya niha de got.
Rêber Apo xwe guhert, veguher û bi biryar ikr. Partiyê diguherîne, vediguherîne û bi biryar dike. Hemû avanî û pêşengiya şoreşger. Li ser vê bingehê wê gel biguherîne, rêbaza têkoşînê biguherîne, Kurdistan û Tirkiyeyê biguherîne. Em bi israr in. Di vê mijarê de divê tiştek nebe. Vegera ji fesixkirina PKK'ê nabe. Em li pêşiya xwe dinihêrin.
Wekî din dixwazim ve yekê jî bibêjim. Me helwesta AKP'ê vegot. Gotinên Bahçelî baş in. Ji xwe hinekî hêviyê dide. Lê belê pêwîstiya wan gotinan bi cih nayê anîn. Bandora wan gotinan her diçe kêm dibe, winda dibe.
Li aliyê din Îsraîl dibêje, bi eciqandina dijberê xwe re ez ê ewlekariya xwe pêk bînim. Rêveberiya Îranê jî digot, bi eciqandina gelan ez ewlekariya xwe pêk tînim. Mejî heman mejî bû. Halbûkî ewlekarî bi wî rengî nabe. Ewlekarî bi hev re ye, bi tena serê xwe nîne. Eger civaka Yahûdî wê bi rengekî azad bijî, derdora xwe eger azad be, gelên Rojhilata Navîn azad bin, bi wan re di nava yekîtiya demokratîk de dikarin azad bijîn. Naxwe bi zext û kolekirina hemû gelan, tu azad nabe.
Ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê jî vê yekê bibêjim. Bêguman rewşeke xetere ye. Ne diyar e bê wê çi biqewime, divê gelekî baldar be, bi rêxistin be, amade be. Civak divê ewlekarî û parastina xwe bike. Divê piştevanî, jiyana bi hev re xurt bike. Lê belê heta jê tê divê nêzî rewşeke şer nebe, divê bi baldarî tevbigere. Ji xeta neteweya demokratîk divê ti carî xwe dûr nexîne. Divê yekîtiya xwe ya gel ava bike, rêxistiniya xwe bi hemû gelên Îranî li ser bingeha avakirina rêveberiya demokratîk a hevpar di nava têkilî û tifaqê de bin.
Têkildarî bandora şerê Îsraîlê ya li ser Tirkiyeyê Devlet Bahçelî axivî. Qet ne pêwîst e em bibêjin. Min beriya niha jî got, bandora gotinên Devlet Bahçelî kêm bûye.
Ya rast piştî gotinên Devlet Bahçelî li bendê bûm ku ji du tiştak yek bibe. Yek, eger bi vî rengî be hingî helwesta rast çi ye, divê bi lez berê xwe bide wê yekê. Diviya bû bi lez berê xwe bida têkoşîna demokratîkbûnê, Tirkiye bikira qadeke demokratîk, berê xwe bida çareseriya pirsgirêka Kurd ku zemînê nede destwerdaneke ji derve ya li Tirkiyeyê bê kirin. Yên ku ev nekirin diviyabû biketibûna nava panîkê. Diviyabû biketibûna nava tirs û fikaran. Tê çi wateyê? Dibêjin; Ev êrîş di heman demê de li me tê kirin. Em têne dorpêçkirin. Ji Rojhilat jî, vaye ji rojava ji deryayê ji xwe hatine dorpêçkirin. Yanî di ser Qibrisê re heta bi Yewnanistanê rê vedikin.
Divê Tirkiye bi vê rastiyê zanibe: Êrîşên heyî, her wiha êrîşên ji Şerê Kendavê yê 1991'ê û vir ve li Rojhilata Navîn têne kirin hem û ji bo vê ne: Dixwazin hemû avaniyên siyasî yên li Rojhilata Navîn xwe spartin Yekîtiya Sowyetan û Şoreşa Rûs a Cotmehê ya 1917'an tasfiye bikin.
Li ser vê bingehê di şexsê hevrê Zîlan de şehîdên meha Hezîrane hemûyan, hemû şehîdên me careke din bi bîr tînim, roja fedaîtiyê ya gelê me pîroz dikim; bang li gelê me dikim ku xwedî li nirxên azadiyê yên şehîdan derkevin, wan bi pêş ve bibin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN