Êrişên Îsraîlê hevsengiyê diguherîne

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:40

ROZA METÎNA / AMED 

Pisporê Îranê Arîf Keskîn diyar kir ku bi êrişên Îsraîlê, Îranê hêza xwe winda kiriye û got:” Niha em dikarin bibêjin êrişên Îsraîlê yên li dij Îranê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne.” Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku bi êrişa Îsraîlê dest pê kir, bi awayekî dijwar dewam dike. Îsraîlê gelek herêmên Îranê bombebaran kir, her wiha Îranê jî Îsraîlê bombebaran dike. Pisporê Îranê Arîf Keskîn têkildarî armanca êrişan, bandora şerê Îsraîl-Îranê yên li ser Rojhilata Navîn nirxandin kir. Arîf Keskîn wiha got:” Êrişa Îsraîlê ya li dij Îranê em nikarin tenê di çarçoveya çekên nukleer de analîz bikin. Çekên nukleer jî tê de gelek armancên vê êrişê hene.”

Sedem tenê ne çekên nukleer in 

Pisporê Îranê Arîf Keskîn da zanîn ku gelek sedemên êrişa Îsraîlê ya li dij Îranê heye û wiha got:”Êrişa Îsraîlê ya li dij Îranê em nikarin tenê di çarçoveya çekên nukleer de analîz bikin. Çekên nukleer jî tê de gelek armancên vê êrişê hene. Armancek Îranê heye. Ew jî dixwaze bandorê li ser siyaseta Rojhilata Navîn bike û biguhere. Îsraîl jî di vê ferqiyê de ye. Yek ji armanca din a van êrişana ew e ku Îsraîl teknolojiya çekan a li Îranê û mûhafizên şoreşê lawaz bike. Her wiha tê xwestin têkiliyên Îranê yên bi rêxistinên wekî Hamas û Hizbûllahê jî qels bike. Îsraîl dixwaze nîşan bide ku rejîma Îranê lawaz e û nikare xwe biparêze. Dixwaze mekanîzmaya dewletê ya Îranê baş nexebite. Di êrişên li ser saziyên li Îranê de jî ev derdikeve holê. Her wiha Îsraîl dixwaze di nava rêveberiya rejîma Îranê û gel de qeyraneke meşrûtiyetê ava bike. Bi vêya girêdayî em dikarin bibêjin gelek sedem hene.”

Emerîka dixwaze Îran teslîm bibe 

Arîf Keskîn bal bir ser muzakereyan û wiha pê de çû:”Îran dixwaze muzakereyê bike lê belê pozisyona nû ya Emerîkayê ne muzakere ye. Emerîka dixwaze Îran teslîm bibe. Trump bi awayekî eşkere got, ‘hinek daxwazên me yên eşkere hene wana qebûl bike.’ Ger muzakereyek çêbibe jî wê li ser qebûlkirina gelek xwestekan a Îranê be. Yanî çekên nukleerî û gelek qad tê de divê Îran bi ya Emerîka û Îsraîlê bike. Lê belê heta niha Îranê gelek tişt qebûl nekiriye. Ji çekên nukleer jî gavê paşde navêje. Lê belê êrişên Îsraîlê giran in. Ger Emerîka jî tevli êrişan bibe, dibe ku wê demê rewş biguhere.”

Êrişên Îsraîlê hevsengiyê diguherîne 

Arîf Keskîn bi lêv kir ku bi destpêkirina êrişên Îsraîlê hevsengiyên Rojhilata Navîn jî guherîn û wiha dewam kir:”Niha em dikarin bibêjin êrişên Îsraîlê yên li dij Îranê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne. Niha em dikevin pêvajoyeke wiha ku em dikarin ji Rojhilata Navîn a yeka nû behs bikin. Vê yekê bi êrişên 7’ê Cotmehê dest pê kir. Hamas û Hîzbûllah hatin lawazkirin. Li Sûriyeyê rejîma Beşar Esad hat hilweşandin û Îran mecbûr ma ji Sûriyeyê derkeve. Loma jî navenda serhildana Îranê hejiya. Hemû komên Îranê piştgirî didan wan hatin lawazkirin. Îran bi vî awayî li Rojhilata Navîn lawaz ket. Bi van êrişên niha jî wê hîn zêde Îran bê lawazkirin. Ev êriş dibin sedem ku Îran bêtir ji Rojhilata Navîn dûr bikeve. Bi lawazbûna Îranê Rojhilata Navîn ji nû de teşe digire. Li vir Îsraîl wekî hêzeke cidî derdikeve pêş. Bi taybet jî bi lawazbûna Hîzbullah û Hamasê her wiha kontrola Îsraîlê ya li Sûriyeyê em vêya baştir dibînin.”

Kartên Îranê hatin tunekirin 

Arîf Keskîn ê ku bal bir ser kartên di destên Îranê de wiha got:”Berî êrişên 7’ê Cotmehê yên Hamasê yên li dij Îsraîlê, Îran li Rojhilata Navîn gelekî xurt bû. Wê demê jî kartên di destên Îranê de jî zêde bûn. Wê demê Hamas, Hîzbûllah û rêxistinên dinê hebûn lê belê niha ew kartan bê bandor mane. Her wiha kesên li Iraqê siyasetê dikin jî di vê pêvajoyê de dixwazin dûr bisekinin. Di heman demê de qada hewayê bi temamî em dikarin bibêjin ketiye binê kontrola Îsraîlê. Îsraîl jî bi awayekî zelal dibêje me ev hakîmiyet bi dest xistiye. Ev jî tê wê maneyê ku Îranê hemû kartên di destên xwe de winda kiriye. Bi taybet jî di aliyê leşkerî de. Heta Îsraîl dibêje hejmara êrişên Îranê jî kêm bûn. Çimkî dibêjin me zirareke cidî daye teknolojiya fuzeyê ya Îranê. Hinek behsa karta tengava Hurmuzê dike. Lê belê dema Îran tengava Hurmuzê bigire ew ê jî di warê bazirganiyê de têkeve nava rewşeke xirab. Wê demê ev ê bibe meseleyeke navneteweyî. Gelek welatên ji girtina tengav Hurmuzê zirarê bibînin wê Îranê sûcdar bikin.”

Îranê hêza xwe winda kir

Arîf Keskîn da zanîn ku ne pêkan e Îran wekî berê li Rojhilata Navîn di nava roleke bondorker de be û wiha bi dawî kir:”Piştî 1979’an Îran li Rojhilata Navîn bi awayekî cidî çalak bû. Bandora xwe ya birdozî jî bi demê re bi rêxistin kir. Ji Lubnanê heta Iraqê rêxistiên nêzî xwe ava kir. Bi vê re Îran wekî welatê herî bi hêz ê Rojhilata Navîn dihat zanîn. Vêya hêzek jî dida Îranê. Gelek welat ji ber vê bandora Îranê ji Îranê ditirsiyan. Lê belê piştî 7’ê Cotmehê bandora Îranê şikiya. Niha ne pêkan e ku em behsa hakîmiyeteke Îranê ya li Rojhilata Navîn bikin. Wer xuya dike ne pêkan e ku Îran hêza xwe ya berê bi dest bixe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.