Piştî 37 rojan hatin berdan

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:20

Şandeya ku ji Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê (2025) de serdana Bexdayê kiribûn, piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pektînin, di vegerê de hatibûn binçavkirin. Xelkê wargehê li dijî rêgirî, ambargo û dorpêçê gelek caran meşiyan û daxwaza mafê xwe kirin. Di encama berxwedana xelkê Mexmûrê de, piştî 37 rojan nûnerên wargehê hatin berdan. Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek Iraqê re rûbirûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin. Herwiha ambargoya PDK’ê ya li ser wargehê jî hîn dewam dike, di 17’ê Tîrmeha 2019’an de Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û ji wê rojê ve PDK jî rê nade xelkê wargehê derbasî bajarên Başûrê Kurdistanê bibe. Ev ambargo û rêgirî di dema dawî de bandorek xirab li jiyana xelkê wargehê dike û ev bandora nerênî roj bi roj zêdetir dibe.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.