Jin dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:35

Jinên Ermen û Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” û gotin:"Em piştgirî didin vê kampanyayê ji ber ku dîtina Rêber Ocalan ji bo me hêvî û xeyalek bi salan e."

Pêngava “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku di destpêka hezîranê de ji aliyê Forûma Azadî û Aşîtiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, dewamiya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî ye”. Jinên Ermen û Kurd piştgiriya xwe ji pengava “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” re anîn ziman û gotin ku bi saya fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her netewek di bin projeya Netewa Demokratîk de xwe birêxistin dike û xwedî li ziman, dîrok û nasnameya xwe derdikeve.

Em piştgiriyê didin kampanyayê 

Losnak Kavoriyan ku Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen e, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi fikr û ramanêz xwe yên azad jin birêxistin kiriye û rêya jiyana wan ronî kiriye. Losnak Kavoriyan wiha got: “Em piştgiriyê didin kampanyayê."

Erkek wijdanî ye 

Mamosteya Zimanê  Kurdî Gulistan Haco destnîşan kir ku fikr û ramanên Ocalan nasnameya gelan parastiye û wiha got: “ Îro erkek wijdanî û ehlaqî ye ku her ferdek piştgiriyê bide pêngava 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikim.'”

Wê bi azadiya fizîkî misoger bibe 

Sebah Cuma, yek ji jinên Kurd ên ku li kampa Waşokanî dijî, destnîşan kir ku xeta berxwedanê ya ku li ser fikr û ramanên Ocalan destpê kirine, wê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan mîsoger bibe.

NÛJINHA/HESEKÊRONÎDA HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.