Divê kampanya dewam bike
Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:40
Di 23’yê Adarê de Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê kampanyaya xwe ya alîkariyê ku ji bo şêniyên li peravên Sûriyeyê destpê kirine de daxuyaniyek da. Di 14’ê Adarê de, bi beşdariya çalak a Heyva Sor a Kurd, Kongra Star, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Partiya Yekitiya Demokratîk, Dêr Mar Yaqûb û Kombûna Jinan a Zenûbiya dest bi kampanyaya alîkariyên mirovî hat kirin. Karwana alîkariyê di 17’ê Adarê de bi rê ket. Di barê karwanê de 6 hezar û 35 paketên alîkariyê hebûn. Alîkarî, li şêniyên perava Sûriyeyê hat belavkirin. Têkildarî mijarê Seroka Rêxistina Dêra Mar Yaqûb a Sûriyeyê Fadiya Leham axivî û got:“Rêxistina Dêr Mar Yaqûb ji sala 2019’an ve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatan dimeşîne. Fadiya da zanîn ku kampanya bi rengekî serkeftî gihîştiye armanca xwe, pêwîstiya wê bi berdewamkirinê heye û got:“Ez bi xwe li Lubnanê dijîm, hatim serdana Rêveberiya Xweser bikim û nîqaşan li ser belavkirina alîkariyê bimeşînim. Hat gotin ku ji bo alîkariya peravên Sûriyeyê kampanyayek hatiye destpêkirin. Me xwest cihê xwe di vê kampanyayê de bigrin. Erka me di vê kampanyayê de, hêsankirina rê û gihandina alîkariyan ji bo peravên Sûriyeyê ye. Her wiha bicîhkirina wê û belavkirina li şêniyan a li gor lîsteya ku hatiye amadekirin e. Kampanyaya me serkeftî bû, me dît ku çawa pêdiviyên şêniyan pê heye, divê berdewam bike.”
Dîmeneke xweş a hevgirtinê
Fadiya bal kişand ser girîngiya berdewamkirina kampanyayê û got:“Ev kampanya dîmenek xweş li ser hevgirtina gelên Sûriyeyê û yekîtiya wan nîşan dide. Lihevkirina ku di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê de çend roj berê çêbû, rê û deriyan li ber tensîq, alîkarî û yekîtiya xaka Sûriyeyê vekir. Em spasiya kesên ku beşdarî vê kampanyayê bûne û rê li ber pêkanîna armancên wê vekirine dikin û em dibînin ku pêwîstiya şêniyan bi berdewamkirina vê kampanyayê heye.”
Jin xwedî roleke sereke ne
Fadiya destnîşan kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rol û hebûna jinan qadeke şoreşê ye û got:“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna şoreşgerî ya jinan ji bo min balkêş û mînak bû. Pergala Hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser ku tê de jin û mêr wekhev in û bi hev re wê navendê birêve dibin, mînak e. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di her warî de cîh digrin û parastina nasnameya xwe ya jinbûnê dikin. Di Rêveberiya Xweser de xwedî rolên sereke ne. Ez dixwazim biçim ku, behsa vê tecrubeyê bikim. Ji ber ku bi rastî jî qadeke şoreşgerî ye.”
NÛJINHA/RONÎDA HACÎ