Divê jin rola jinê bilîzin

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Hezîran 2024 - 00:10

BIRWA ESED / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Jina hunermend a navdar a şano û dramaya Kurdî Beyan Reşîd Seîd bi nasnav Bayan Zerîfê di sala 1963’yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û li sala 1986’ê li Peymangeha Hunerên Bedew Beşa Şanoyê qedandiye.

Di destpêka salên 1990’î de dema ku televîzyon li Silêmaniyê vebû, Beyan Zerîfê di warê şano û muzîkê de dest bi xizmeta zarokan kir. Gelek stran û helbest pêşkeşî cîhana zarokan kiriye. Paşê bû stêrkeke navdar a dramaya Kurdî.

Beyan Zerîfê behsa hinek xizmetên xwe yên di warê zarokan de kir û got: “Berhema sala pêncan ya min li Peymangeha Hunerên Bedew şanoyeke zarokan bû ku min tê de rola mirîşkê leyîst. Ji ber vê yekê min zêdetir hez kir ku ji zarokan re xizmetê bikim û ji bo zarokan bixebitim. Xwişka min jî şêwekar bû. Me bi hev re çalakiyên pir baş kirin. Di sala 1993’yan de ez vegeriyam Silêmaniyê û li bexçeyê zarokan (dibistana dayikê) bûm mamoste. Min hest kir ku ew hewce ne ku em ji bo wan bixebitin. Vê yekê min pir eleqedar kir ku ji bo zarokan tiştên çêtir bikim.”

Hevaltiya bi ‘Xunçe’ re

Beyan hevaleke bi navê Xunçe ya bê can heye ku cil û bergên Kurdî li wê dike. Hevalê temen û raz û niyeta xwe ye, her çend pitikek bêcan e jî. Lê ji bo Zerîfê ew ne weke tiştekê bêcan e û heta wê weke keça xwe binav dike. Li ber çavê wê ew qas şêrîn e ku her demsal destek cilûbergên Kurdî yên cuda didirû û li wê dike. Ew her gav wê li mala xwe û herî nêzî xwe digire. Di vê derbarê de ji hestên xwe wiha anîn ziman; “Dema em zarok bûn her tişt bidest me nediket. Wan ev bûk ji bo min û xwîşka min Jiyanê kirî. Min û xwîşka min Jiyanê her dem bi vê pitikê dileyîst. Êdî di van salên dawiyê de bi min re ma. Min biryar da ku çi cil û bergên Kurdî ji xwe re bidirûm, ez ji wê re jî bidirûm.”

Di hunerê de jin hene

Di dewamê de Beyan Zerîfê got; “Min ji xeynî wênesaziyê di hemû warên hunerî de kar kir. Min di hunerê de hemû qonaxên ku min ecibandin, kirine. Min di muzîk, stranên zarokan, şano, kurtefilm, film û şano de leyîstiye. Hewldan û kirina wan tiştan ji bo wê yekê bû ku îspat bikim ku ez wekî jinek xwediyê şiyana bûm. Ji ber vê yekê her jin dikare şiyanên xwe bikar bîne, îspat bike ku di hunerê de jin hene. Lê girînge ku hûn karê xwe bi hezkirin bikin û bi karê xwe re dilsoz bin.”

Qalibên civakê dişkîne

Hunermenda şanoyê Beyan Zerîfê ji bo hunerê bang li jinan kir û got; “Hêvîdarim jinên din jî werin û meşaleya hunerê ji destê me bigirin û bi awayekî rast berdewam bikin. Me meşaleya yên beriya xwe hilgirtiye. Ez bi tena serê xwe fêr nebûm. Helbet ez ji yên beriya xwe fêr bûm. Berê mêran di şano û karên hunerî de rolên jinan dileyîstin. Vê yekê wisa kir ku ez qalibên civakî bişkênim. Divê jin rola jinê bileyîzin. Hêvîdarim yên piştî me werin vê meşaleyê bilind bikin û hunera Kurdî biparêzin, tiştekî ku di dîrokê de bimîne, bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.