Divê Îtalya dengê xwe bilind bike

În 9 Sibat 2024 - 00:05

MELEK AVCI / JINNEWS / ENQERE

Li seranserê Ewrûpayê kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin û kampanya li herderê cîhanê bi eleqeyek mezin tê pêşiwazî kirin. Li gelek welatan paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan îro tê nîqaşkirin. Aktîvîst Anna Bruna Camposampiero ya xebatên sendikal dimeşîne û di lingê kampanyayê ya Îtalyayê de cih digire, der barê mijarê de nirxandin kir.

Anna da zanîn ku gelek sedemên tecrîda giran a bi salane didome heye û got yek ji ya herî esas NATO ye û got:“Tirkiye hevkarê NATO’yê ye. Ne tenê di alî erdnîgarî de di alî îdeolojîk de jî wisa ye û nêzî Ewropayê ye jî. Li gel sedemên din, Stenbol bi dengdayîna Parlamentoya Ewropayê di 2010’an de bû Paytexta Çandî ya Yekitiya Ewropayê. Welatiyên Ewrûpayê wek welatên din ên Yekitiya Ewropyaê bê vîze tên Tirkiyeyê. Li gel vê gelek peymanên mezin biçûk hene. Ji ber vê ez dibêjim: Çima dengê Kurdan û Ocalan ji aliyê Ewrûpayê ve nayê bihistin. Sedemên wê tiştên ku li jor min rêz kirine.”

Bêdengiyê bişikînin

Anna da xuyakirin ku di pêvajoya komploya navneteweyî de Îtalyayê di 1’ê Cotmeha 1999’an de mafê starbûna siyasî daye Rêber Abdullah Ocalan û got di esasa vê biryarê de divê Îtalya li dijî tecrîd û şertên girtina Ocalan welatê ku ewil dengê xwe bilind bike ye:“Mafê starbûna li Îtalyayê ya ji bo Rêber Apo ku hatiye erêkirin heye. Dema ev li ber çavan bê girtin divê welatê min dengê xwe bilind bike. Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan. Divê em tavilê bêdengiyê bişkînin. Ji komploya Sibatê heta niha şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe. Ji bo herêmê bikin bin kontrola xwe her tim şer tên meşandin. Lê hewcedarî bi dengên ku behsa aştiyê dikin heye. Armanca DYE’yê ev e ku herêmê bê îtîbar bike û bike bin kontrola xwe. Rewş ji kontrolê derketiye û dibe ku şer berfireh bibe. Hewceyî bi tevgereke mezin û xurt heye. Divê Abdullah Ocalan bê berdan. Divê em zextê li hemû kesî bikin ku ji bo berdana Abdullah Ocalan pêk bînin. Hewcedarî bi tevgereke mezin heye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.