Divê hunermend xwedî helwêst bin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Nîsan 2023 - 00:22

Li Başûrê Kurdistanê li gorî berê, niha bi rêjeyeke berbiçav jin di nava karên hunerî de tên dîtin. Lê jinên ku di warê lîstikvaniya komediyê de kar dikin, hejmara wan gelekê kêm e. Sirûşt Kameran yek ji wan jinên lîstikvan ên hunerê komediyê ye. Ji ber ku ew di vî warî de jêhatî ye û bi hunerê xwe li pêş e, di nava gel de jî tê naskirin.

Hunermend Sirûşt Kameran behsa destpêkirina jiyana xwe ya hunerî û giringiya bipêşxistina çand û hunerê Kurdî kir.

Sirûşt Kameran destpêkê behsa jiyan û heskirina xwe ya hunerî kir û got, “Ez li Silêmaniyê hatime dinê. Hîn ji zarokatiyê ve min ji karê huner û lîstikvaniyê hez kir. Min sitran digotin, di warê dûblaje de jî min kar kiriye. Min di kar û çalakiyên hunerî yên dibistanan de cih digirt. Yanî ji refa şeşem a dibistana seretayî ve min dest bi lîstikvaniyê kiriye. Karê min yê yekem şanoyeke li ser kîmyabarana Helebce bû. Wê demê mamostayên min destxweşiyek zêde li min kirin. Piştî ku min dibistana amadeyî temam kir, min karî li beşa pirtûkxaneyê xwendina xwe dewam bikim.”

 

Nexasim ji bo karên komediyê dixebite

Di dewamê de Sirûşt Kameran behsa tevlîbûna xwe ya yekem di rêzefilma komedî de jî kir û got, “Di sala 2015’an de min rêzefilma profesyonel de cih girt, lîstikvanên wê bi tecrûbe bûn. Ez malavahiya hunermend Kawa Qadir û Mahîr Hesen dikim, wan alîkariya min kir da ku di karê rêzefilmên profesyonel de beşdar bim. Bi taybetî Kawa Qadir têbîniyên giring bi min dida. Pirraniya karên hunerî yên ku ez dihatim vexwendin, yên komediyayê bûn.” Di dewamê de Hunermend Siruşt Kameran diyar kir ku wê di gelek rêzefilman de û di şanoya milyoner de ya ku bi qasî çar mehan dewam kir, cih girtiye.

 

Pêwendiyeke baş nîne

Derbarê giringiya peywendiya derhênerên Kurd bi hev re jî Siruşt Kameran got, “Mixabin peywendiyeke baş di navbera derhênerên Kurd ên li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, nîne. Lê heger peywendî hebe, tiştekî gelekî baş e. Ji ber ku ew ê bibe sedema têkelbûna çand û ferhengê. Sedemê pêknehatina vê yekê jî ew e ku budceyeke baş li ber destê me nîne ku em bikarin karekî mezin bikin û yekitiyeke hunermendan hebe û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê kom bike.”

 

Pêdivî bi budce û sponsorên baş heye

Hunermend Siruşt Kameran got, divê hunermend di mijarên neteweyî de xwedî helwêst bin: “Gelek giring e ku hunermend di mijarên nîştimanî de xwedî helwêst bin. Ji ber ku di mijarên neteweyî de peyama hunermendan ji ya kesayetên siyasî zêdetir deng vedide.” 

Derbarê rêzefilmên biyanî û bandora wan a xirab ya li ser civakê de jî Siruşt Kameran wiha axivî: “Heger budceyeke baş hebe, sponserên baş hebin û bikarin karên baş bikin, em ê bikarin bandora wan rêzefilmên ku hewl didin çanda me xira bikin, ji holê rakin. Mixabin niha jiyana rastîn jî weke rêzefilmên Tirkan dewam dike li vir. Divê em hunermendên Kurd dest bidin hevdu, nihêrînên xwe bi hev re parve bikin û bandora rêzefilmên biyanî ji holê rakin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.