Divê herkes bikeve tevgerê

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:31

Gelê Kurd û dostên wê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserî welatên cîhanê çalakiyên cihêreng lidar dixin. Derbarê mijarê de Pêşmergeyê Dêrîn ê ji başûrê Kurdistanê Salih Mehmud yê weke Lale Jalanî tê nasîn, axivî û wiha got:’’Li gorî wan bi dîlgirtinê wê PKK ji holê rabe, lê PKK li ser rêbaza Ocalan xebata xwe da meşandin. Niha jî PKK li ser fikirê Rêber Apo bi hêz bûye û li hemberî Artêşa Tirk şer dike. Lê mixabin PDK alîkariyê dide Tirkiyeyê, divê hemû Kurd piştgiriyê bidin gerîla û kes alîkariyê nede dagirkeran. Ji ber ku xebatek mezin ji bo Kurdan dike, ez ji bo azadiya Rêber Apo ji bo hemû karî amademe. Ez silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim, hêvîdarim hemû Kurd ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Rêber APO komplo vala derxist

Derbarê mijarê de endamê Desteya Tevgera Azadî Cuma Kerîm jî axivî û diyarkir ku komploya navnetewî li dijî fikirê Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û sedema wê jî wiha destnîşan kir:“Ji ber ku ramanên Rêber Ocalan ne di çarçoveya rêxistinek siyasî de bû, di dîroka Gelê Kurd de cara yekemîn, gel bi rêxistinkir, dijmin jî vê rêxistinbûnê qebûl nekir. Ji ber ku dizanîn dema gel bi rêxistin bû, wê vegerin ser rêya xwe ya dîrokî. Sedemek din ya komployê jî ew bû ku Rêber Apo jinan ji bo azadiyê bi rêxistinkir, herwiha Rêber Apo xwest di nava gelên herêmê de aştî çêbibe û ji bo dawî anîna şer pêngavên destpêkê avêtibû. Dagirkeran jî xwestin bi vê komployê vê yekê paşbixin, lê Rêber Apo di girtîgehê de jî fikirê xwe pêşxist û komploya navnetewî vale derxist.” Cuma Kerîm destnîşankir ku dijminan xwest Rêber Apo di çarçoveya dîwarek de bigirin, lê fikirê Rêber Apo gihişt hemû Kurdistan û welatên din yên cîhanê, ji bo vê jî îro Rêber Ocalan tenê bi fizikî di girtîgehê de maye. Cuma da zanîn ku niha bi milyonan kes ji bo serxistina vê rêbaza Rêber Apo, têdikoşin û got:“Divê ji îro ve dewletên dagirker ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, siyaseta xwe ber çavan re derbas bikin û êdî fikirê Rêber Apo ji bo xwe bikin bingeh. Ji ber ku ev fikir xizmeta wan jî dike, ji bo vê jî îro Gelê Kurd ji bo hemû gelan daxwaza aştiyê dike.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.