Divê di şanoyê de motîfên Kurdî hebin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 06:14

  • Nivîskar û Şanoger Ghotbedîn Sadeghî bal bire ser pirsgirêkên di warê şanoyê de û got, "Pirsgirêkên şanoyê yên sereke zexta desthilatan û tinebûna derfetên aborî ye. Lê li dijî hebûna van problem û pirsgirêkan jî pêwîst e em dest ji armanc û hedefên xwe bernedin."

Mihrîcana Şanoya Bajêr ya Amedê cara 8’an di navbera 20 û 30’yê Cotmehê de hat lidarxistin. Ji gelek bajaran komên şanoyê beşdarî mihrîcanê bûn û bi giştî 17 lîstik hatin lîstin. Ji van lîstikan 12 bi Kurdî bûn. Her wiha qederê 110 şanoger û mamosteyên şanoyê jî tev li mihrîcanê bûn. Yek ji wan mamosteyên şanoyê jî Ghotbedîn Sadeghî (Qutbedîn Sadiqî) bû. Ew ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.  

Ew hem şanoger û sînemager e û hem jî mamosteyê huner e. Qudbedîn Sadiqî sala 1980’yî “Koma Şanoyê ya Honar” ava kiriye. Wî rewşa şanoya Kurdî nirxand.

Ew dibêje, wî di 5 saliya xwe de sînema nas kiriye û di 12 saliya xwe de jî dest bi şanoyê kiriye: “Ez 5 salî bûm û li Sineyê filmek hat nîşandan. Birayê min jî ez bi xwe re birim sînemayê. Piştî ku min dest bi dibistanê kir, rojekê min afîşek dît ku şano dê were lîstin û hewce ye bilêt were kirrîn. Wê demê agir ket canê min û hewce bû ku ez biçim vê şanoyê bibînim. Wê çaxê bilêt bi 2 tomenên Îranê bû û 2 tomen jî gelek bû. Ez li ber bavê xwe geriyam, lê pere nedan min ku ez biçim şanoyê. Pişt re min ji bavê xwe re got, min cama dibistanê şikandiye û hewce ye ez 2 tomenan bidim dibistanê. Cara yekemîn ez wisa çûm şanoyê. Gava ez çûm şanoyê jî agirek li ser laşê min digeriya û min fêm nekir ji bo çi bû, lê hetanî malê ez giriyam.”  

 

12 salî dest bi şanoyê dike

Qutbedîn Sadiqî anî ziman ku ew û hevalên xwe bi hev re li meydanên taxê kom dibûn û filmên ku temaşe dikirin jinûve dilîstin û got, “Li Sineyê 5 lîse hebûn û di her lîseyê de jî eywanek hebû. Di wan lîseyan de kargehên çandî dihatin lidarxistin. Birayê min jî xwendekarê yekê ji wan lîseyan bû. Ez bi wî re diçûm temaşekirina kargehên şanoyê. Tişta herî balkêş ew bû ku zarokan bi xwe huner diafirand. Dema ku ez di 12 saliya xwe de çûm lîseyê, bûm endamekî aktîf ê kargeha şanoyê û min wiha dest bi şanoyê kir.” 

 

Şanonameyên bi Kurdî kêm in

Sadiqî ji bo şanoya Kurdî dibêje, “Temenê şanoya Kurdî, ji sed salan kêmtir e. Ji helbestê, tesewufê, dîrokê û wekî din, bêtecrubetir e. Niha gelek şanoger û derhênerên me yên baş hene. Lê kêmasiya me ya herî mezin, nivisîna şanonameyê ye. Sedema vê yekê jî problem û pirsgirêkên neteweyî ne. Zêdetir ji bo hobî û dem bihurandinê hewl hatiye dayîn. Wekî gaveke wêjeyî, felsefî û civakî nehatiye avêtin. Niha pêwîst e em ber bi şanoya wêjeyî, felsefî û civakî ve biçin û xwe girêbidin bi serpêhatiyên gelê xwe re da ku em karibin xwe bi pêş bixin. Divê Kurd motîfên xwe bikin beşek ji serpêhatî, çîrok û bûyerên di şanoyê de cih digirin. Nivîskarê şanonameyê û derhêner dikarin bi şiklekî tam ka karakterekî Kurd wê çawa be, li ser vê yekê perwerde bibin. Hewce ye şano, girêdayî jiyan û çanda Kurdan be.”  

 

‘Temaşeker bêhtir xwendekar in’

Qutbedîn Sadiqî der barê temaşevanên şanoyê de got, temaşekerên şanoya Kurdî ne cotkar, ne karker, ne jî kesên dewlemend in, pirraniya wan ji çîna navîn û xwendekar in: “Pirraniya temaşekeran di navbera 18 û 60 saliyê de ne û kesên xwende ne. Kesên di biniya 18 salan de ji yên 60 salî kêmtir in. Kesên ku tên şanoyê, bi pirranî pirsgirêkên wan ên jiyanê û civakî hene. Ev kes jî, tên şanoyê ku çareyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Şano, ji bo temaşekeran ne tenê hobî û tiştekî temaşekirinê ye, her wiha tu dikarî gelek tiştan ji şanoyê hîn bibî.” 

 

Zexta desthilatan û tinebûna aboriyê

Qutbedîn Sadiqî bal bire ser nerazîbûna desthilatdaran ya li hemberî şanoya Kurdî û got, “Şano, hêleke xwe ya rexneyî heye û desthilat jî, ji rexneyê hez nakin û naxwazin. Pirsgirêkên şanoyê yên sereke zexta desthilatan û tinebûna aborî ye. Dewlet ne alikariya aborî ya şanogeran dike ne jî cihê afirandinê dide wan. Her wiha ne jî gel. Hunermend di nava vê yekê de asê maye. Ji ber vê, şanoger dest bi şanoyên henekî û bênirx dikin da ku debara xwe bikin. Ev yek jî pêşî li hunermend digire, dike ku nikaribe şanonameyeke têr û tije binivîsîne. Gel zanibe mijar giring û micid e, temaşe nake û ev jî destê te teng dike. Ev tişt jî yek ji pirsgirêk û problema me ya herî mezin e." 

 

Lêgerîna çareseriyê

Qutbedîn Sadiqî di dawiyê de bang li şanoger û şanohezan jî dike: “Problemên aborî, sansur û siyasî beşek ji qedera me ya Kurdan e. Pêwîst e di her rewşê de em çareseriyekê bibînin. Ji ber ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê ramaneke me ya bi giştî tine ye. Problem û pirsgirêk li gorî demê diguherin. Niha problemek heye, lê çar salên din dê yeke din derkeve holê. Lewma hewce ye em, her tim di wê demê de biryarê bidin û çareser bikin. Li dijî hebûna van problem û pirsgirêkan jî pêwîst e em dest ji armanc û hedefên xwe bernedin. Fars dibêjin 'ewr, heyv, asîman û ba nayên bi hewara te ve ji bo ku tu karê xwe bikî.' Pêwîst e em zanibin ka rê çi qasî zehmet e û astengî hebin jî, em karê xwe bikin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.