Divê Bakur rabe ser xwe!

În 2 Tebax 2024 - 03:15

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît çalakiyên li dijî dagirkerî û êşkenceya Îmraliyê tê lidarxistin silav kir û diyar kir ku divê berxwedana li Bakur derkeve asta serhildanê.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît pirsên Medya Haber TV’ê bersivand û derbarê tecrîdkirina mitleq a Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê nirxandin kirin. 

Helîn Umît di destpêka nirxandina xwe de derbarê hewldana xelatgirên Nobelê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got:’’Rojeva me ya yekemîn tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Tecrîd didome, berxwedan jî didome. Di meha Tîrmeha derbasbûyî de bandorên berxwedana li dijî tecrîdê û bi heman rengî nerazîbûnên li dijî polîtîkayên tecrîdê derketin holê. Mînak di civîna Neteweyên Yekbûyî ya di meha Tîrmehê de hat lidarxistin de rapora komîteyê hat amadekirin û pêşkêşkirin. Di vê raporê de tecrîda Îmraliyê jî hate rexnekirin. Her wiha 69 zanyar û ramangerên xwediyê Xelata Nobelê jî ji sazî û rêxistinên navneteweyî û Tayyîp Erdogan re nameyek şandin. Di nameyê de xwestin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo demoldest bê misogerkirin û ji bo Rêber Apo di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe baş bi cih bîne daxwaza sererastkirina şert mercan kirin. Ev geşedanên girîng in. Divê bi heyecan û coşeke mezin bên pêşwazîkirin û bi nirx bên dîtin. Helbet bi taybetî jî îradeya 69 xwediyên Xelata Nobelê û Xelat Aştiyê wegirtine, zanyar, akademîsyen û wêjevanan ne tenê guhertina şert û mercên Rêber Apo, di heman demê de daxwaza azadiya fîzîkî û bi Rêber Apo re pêşxistina muzakereyan gelekî watedar e. Ne gelê Kurd û ne jî mirovahî nikarin wan tenê weke 69 kesan, 69 xwediyên Xelata Nobelê û xwediyên Xelata Aştiyê, tenê 69 kesan dibînin. Ji ber ku rewşenbîr, mirovên zanistî pêşxistine û wêjevan in, di heman demê de nasnameya civakî temsîl dikin ku layîqê  vê pênaseyê ne. Tew van kesan xelata aştiyê wergirtine. Divê em bi rastî wateya wê baş bizanibin. Wijdana civakî yê mirovan derdixe holê. Di vî warî de, ez difikirim ku ev 69 kes xelata aştiyê heq dikin. 

Daxuyaniya NY girîng e

Rapora Neteweyên Yekbûyî girîng e. Ez jî dixwazim hin tiştan li ser zêde bikim. Mînak bi mehan e em li ser helwesta CPT’ê nîqaşê dikin. Birêz Ozgur Erol li ser vê mijarê dibêje; 14 sal berê, 15 sal berê dema hevdîtin hebûn, dema hevdîtin dihat qutkirin û çûna parêzeran dihat astengkirin, CPT daxuyanî dida. Lê demek dirêj e wezîfeya parêzeran a li hemberî muwekîlên wan tên astengkirin, CPT tiştekî nake û ti daxuyanî nade. Ev çi nîşan dide? Li wir ti tişt rast nameşe nîşan dide. Di wî warî de ev hemû rastî gihiştine wê astê ku êdî nayên veşartin. Mafê Hêviyê wê îsal dîsa bê nîqaşkirin. Ev yek bi lîstikên bi navê cezayên dîsîplînê û lîstikên hiqûqî nayê astengkirin. Em dizanin ku wê azadiya Rêbertiyê, bi azadiya gelê me re pêş bikeve. Heta ku ev rewşa li Îmraliyê bidome, li Kurdistanê çareseriyeke siyasî û hiqûqî pêk nayê. Divê ti kes di vê mijarê de xwe nexapîne. Em dev ji çareseriya siyasî û aştiyane bigerin, dijminekî ku xwe bi şûrê komkujiyê xemilandiye li pêşberî me heye. 

Divê sîstema qirkirinê bibînin

Bakurê Kurdistanê bingeha û koka têkoşîna me ya azadiyê ye. Weke ku dibêjin, her tişt ji wir pêşket û belav bû. Di vê wateyê de pêwîste pêla têkoşînê bi awayekî li gorî kevneşopiya têkoşînê bilind bibe. Û raperîna civakî lazim e, serhildan lazim e. Bi vî awayî nabe, li pêşberî we sîstemeke dewletê heye ku tiştên biçûk, lawaz, hejmara kêm li ber çavan nagire û wan dieciqîne. Bi rastî jî divê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê weke ku qirkirinek tune ye tevnegere. Mîna ku jiyana nû berdewam dike. Ne wisa ye. Li Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê rejîmeke qirkirinê heye. Sîstema qirkirinê heye. Di navenda van hemûyan de pergala qirkirinê ya li Îmraliyê heye. Heta ku ew neşikê, ti tişt naşikê. Ne aborî rast dibe, ne têkiliyên civakî wê pêş bikevin û ne jî em dikarin nasnameya xwe azad bijîn. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê û li derveyî welat, divê bi awayekî ku meha Tebaxê bibe meha pêngavê û bibe meha Egîdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.