Di sala 80’em a NY'ê de krîza vîzeyê

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 00:25

Neteweyên Yekbûyî xwe amade dike ku salvegera 80’emîn a damezrandina xwe pîroz bike. Ji ber astengiya vîzeyê ya ku DYE datîne pêşiya nûnerên hin welatan, dibe ku krîzeke nû rû bide.

Belavoka serokatiyê ya Trump a bi sernavê ‘Parastina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji gefên ewlekariya neteweyî û terorîstên biyanî’ Îran, Yemen, Somalî, Venezûela, Myanmar û Kuba jî di nav de ketina welatiyên gelek welatan a li DYE’yê asteng dike. Misir jî hîn di pêvajoya nirxandinê de ye. Delegasyonên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên van welatan eger ji qedexeya vîzeyê bi bandor bibin, ev rewş wê were wê wateyê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Peymana Welatê Malovanê NY’yê ya sala 1947’an binpê kiriye.

Xalên 11-14. ên peymana navborî garantî dikin ku nûnerên NY û dewletên endam, her wiha rayedarên NY û hemû wezîfedar ‘bêyî li astengiyeke girîng rast bên’ karibin xwe bigihînin herêma navendî ya NY’ê. Peyman her wiha li ser DYE’yê ferz dike ku di gera têkildarî NY’yê de vîzeyên pêwîst hêsan bike.

Lê belê dema ku sicîla berê ya rêveberiya Trump li ber çavan bê girtin, pispor nizanin bê DYE vê berpirsyariya xwe bi cih bîne yan na.

Ji Zanîngeha New Yorkê profesorê têkiliyên navneteweyî yê teqawîtbûyî Dr. Alon Ben-Meir ji IPS Newsê re axivî û got, “Trump xwedî wê meylê ye ku xwe di navendê de bibîne. Ne tenê li DYE’yê dixwaze xwe li cîhanê jî weke lîderekî otorîter bibîne.” Ben-Meir diyar kir ku Trump dikare civîna Civata Giştî ya NY’ê provoke bike û hewl bide ku rexneyên li hemberî Îsraîlê asteng bike.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê Volker Turk jî bang li DYE’yê kir ku pêkanînan vekişîne û destnîşan kir ku gefên li ser Albanese û raportorên din divê êdî bi dawî bibin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.