Divê hikûmet were avakirin

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 02:50

Nûnerên NY’ê, banga demildest avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û tekezî kirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogek avaker werin çareserkirin.

Serokê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Mihemed el-Hesen, di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser rewş û pêşkeftinên dawî yên li Iraqê agahî da û bal kişand ser pirsgirêkên berdewam ên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de û tekezî li ser girîngiya çareserkirina van pirsgirêkan bi rêya diyalog û hevkariyê kir.

Di heftiyên dawiyê de Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku ew di dema mayî ya sala 2025’an de êdî budçeyên Herêma Kurdistanê naşîne. Li ser vê yekê aloziyên di navbera Hewler û Bexdayê de zêde bûne. Wezaretê destnîşankiribû ku Herêma Kurdistanê para xwe ya ji budceya salane ji niha de xilas kiriye. Her wiha Herêma Kurdistanê berî vê biryarê, bêyî pêşkêşkirina pejirandina Bexdayê, hinek peymanên neftê îmze kiribû.

Mihemed el-Hesen di civînê de diyar kir ku peywendiyên Bexda û Hewlêrê yên li ser bingeha Destûra Iraqê û ji bo destgirtin û çareserkirinek bi bandor a pirsgirêkên heyî, pêwîstî bi diyalog û hevkariya domdar heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.