Bang û mafê hêviyê ket rojeva NY'ê
În 13 Hezîran 2025 - 03:50
- MRAP'ê banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' xist rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ser rola Rêber Apo ya ji bo çareseriya meseleya Kurd û ragihand ku mafê hêviyê tê binpêkirin.
Tevgera Dostaniya navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hatin wergirtin, xist rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî. MRAP'ê raporek pêşkêşî konseyê kir ku rûniştinên wê yên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî yên 59'emîn wê li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî di navbera 16'ê Hezîranê û 9'ê Tîrmehê de bêne lidarxistin. Di raporê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku piştgiriyê bide pêvajoyê.
Di raporê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo naskirina maf û azadiya bingehîn a gelê Kurd meha Gulanê bi banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan û biryara fesixkirinê ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) derbasî serdemeke nû bûye" û işaret bi rewşa li girtîgehên li Tirkiyeyê û ragirtina Rêber Apo hate kirin.
Têkildarî rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê hate bibîrxistin ku Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) di Tîrmeha 2024'an de di Çavdêriyên Encamê de ragihand ku ji aliyê serxwebûna dadger, dozger û parêzeran ve paşketineke cidî heye.
Her wiha hate ragihandin ku li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ya taybet heye û hate gotin, "Bi tecrûbeyên ji rejîma taybet a li Girtîgeha Îmraliyê wergirtî, ku Abdullah Ocalan ji Sibata 1999'an û vir ve girtî ye, sîstema siyasî ya Tirkiyeyê sîstema heyî ya girtîgehan ava kiriye. Îmrali weke qadeke li derveyî sîstema hiqûqa Tirk jinûve hate avakirin û pîvanên giştî yên hiqûqî li vê derê ya nehate bicihanîn ya jî bi taybetî ji bo Îmraliyê guhertinên qanûnî hatin kirin."
Di raporê de bi taybetî işaret bi asta tecrîdê ya li Îmraliyê hate kirin û hate gotin, "Di nava 12 salên destpêkê de mafê hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re hefteyê rojekê, saetekê bû. Ev hevdîtin jî gelek caran bi hincetên xerabûna keştiyê, yan jî şert û mercên nebaş ên hewayê hate astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û pê ve jî, di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de tenê pênc caran hevdîtina parêzeran pêk hat; hevdîtina herî dawî jî 7'ê Tebaxa 2019'an bû.
Di 27'ê Sibata 2025'an de Ocalan di çarçoveya heyetekê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Lê belê ev hevdîtin nayê wê wateyê ku qedexeya parêzeran rabûye. Parêzer her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê ti bersivê nikarin werbigirin."
Di raporê de hate destnîşankirin ku divê Rêber Apo xwedî mafê hêviyê be û hate gotin, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an a têkildarî Ocalan de hikum da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger derfetê xwe yê berdana bi şert nebe, binpêkirina pîvana 'mafê hêviyê' ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.
Di raporê de banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate bibîrxistin û hate gotin, "Polîtîkaya îzolasyonê ya li ser Abdullah Ocalan ji ber bandora wî ya li ser gelê Kurd e. Dewlet bi rêya tecrîda li ser Ocalan li hemberî civaka Kurd helwesteke neyînî nîşan dide. Lê belê Ocalan bandora xwe ji bo tevkariya li çareseriya aştiyane ya meseleeya Kurd nîşan da, îradeya vê yekê nîşan da.
Ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê bi ser bikeve MRAP vê bangê dike: Rayedarên Tirk divê biryarên DMME'yê û pêşniyarên CAT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî yên ku sala 2024'an kir, bixin meriyetê. Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi rengekî taybet bala xwe li ser bûyerên li Tirkiyeyê be, rapora xwe ya 2017'an nû bike û binirxîne."
NAVENDA NÛÇEYAN / SERKAN DEMÎREL/CENEVRE