Dîroka welatê xaltan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Tîrmeh 2021 - 04:16

Weşanxaneya Na’yê pirtûka bi navê “Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” ya Êzdînas Kemal Tolan çap kir. Ev pirtûk xebateke pirralî ye, bi reng hatiye çap kirin 320 rûpel e. Weşanxaneya Na’yê berê jî pirtûkên nivîskar Kemal Tolan çap kiribûn.

Her wiha Xerzî Xerzan û Egît Yazar jî bi nivîs û lêkolînên xwe  piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan gelek serpêhatî, stran, anekdot û bibîranînên cur bi cur berhev kiriye û tevî pirtûkê kiriye. Kemal Tolan, cih dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenan dixemilîne. 

Na pirtûka “Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” wiha dide nasîn; "Ev pirtûk -her wekî ku ji sernavê wê jî diyar e- bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan Ûrartûyan heye an na, ev êla Kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na?.. Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên di derbarê Xaltiyan de tên bersivandin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.