Weşanxaneya Payîzê pirtûkeke nû ya lêkolînê çap kir.

Weşanxaneya Payîzê bi navê “Dîroka Canbegan-Ji dewletê heta koçberiyê” pirtûkeke dîrokî çap kir. Ev pirtûka lêkolînê ya Şoreş Reşî ye. Nivîskar Mehmet Çakmak edîtoriya pirtûkê kiriye. Weşanên Payîzê pirtûka “Dîroka Canbegan” wiha dide nasîn; “Canbegan, xwedî dîrokeka dûr û dirêj û tijî qehremanî ne. Ji Xorasanê hatine Anatoliyê û Dewleta Qeremanî (Karamanogûllari) damezirandine. Li hember Moxolên cîhan tirsandine û Selçûqiyan bi mêranî şer kirine û ew têk birine. Piştî Osmaniyan dewleta wan ji holê rakirin ew parçe dibin. Îro beşek li Xorasan û Mazenderanê; beşek li Semsûr, Çankirî, Yozgat, Sêwas, Çorum, Meletî, Ruha ye; beşek jî ji alî Osmaniyan ve li Raqqa, Hema û Humûsê tên bicîhkirin, lê ew piştî salên 1715’an dîsa vedigerin Cîhanbeylî, Yûnaq, Polatli û Çeltîkê.

Yek ji zenda Kurdan e ku girêdayî zimanê xwe yê esîl, çanda xwe ya dewlemend, kevneşopiya xwe ya dîrokî ye. Heta berî 20 salan jî ew çand bi serbilindî, mexrûr, esîlane berdewam dikirin lê mixabin îro yên Mazenderanê heliyane, yên din jî ber bi helandinê ve derin.”

NAVENDA NÛÇEYAN