Diranên xwe jî nadim dijmin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Çile 2023 - 05:58

  • Yek ji 'generalên piçûk' ên Apê Mûsa, Yılmaz Yakut yan jî 'Kalo' par ji ber penceşêrê wefat kiribû. Rojekê ew diranên xwe yên bi êşkencê hatine rakirin li gel xwe tîne malê. Dayika wî dipirse, 'Lawê min çima te diranên xwe anîne malê?' Kalo li dayika xwe vedigerîne, 'Ez diranên xwe yên şikestî jî nadim dijmin!'

Yek ji wan kesên ku navê xwe li dîroka “Çapemeniya Azad” nivîsî Yilmaz Yakût (Kalo) e. Di salên 1990’an de dema dewletê li bajarên bakurê Kurdistanê şerê qirêj xist dewrê û di heman demê de jî Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir, tirsek li van bajaran afirandibû. Di van salên ne xweş de li kuçe û kolanên bajarên Bakur “Generalên Piçûk” ên zanyarê kurd Apê Mûsa, rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê di nava gel de belav dikirin. Di vê serdema nexweş û tarî de diviyabû mirov gelekî wêrek bin da ku rojname bi awayekî serketî werin belavkirin. Ji ber ku her roj li nav kuçeyan û li meydanan insan dihatin kuştin tirs gelek bû lê “generalên piçûk” ên Apê Mûsa sond xwarîbûn û bi rikeke ku ceynikên dewletê pê diaran, dixebitîn û rojname digihandin xelkê. Dema hin caran rojname dihat qedexekirin jî wan bi dilsozî dîsa peywira xwe bi cih dianî û bi awayekî rojname belav dikirin. 

Meriv dikare bibêje, “Generalên Piçûk” jî li gorî xwe rê û rêbaz kifş kiribûn. Lê gelek caran jî ew dixistin nezaretê û bi zext û zora dewletê re rû bi rû diman. Dewletê herçiqas êşkence li wan dikir jî wan ji karê xwe hez dikir û dewam dikir. Lê hin caran jî wan nikaribûn xwe ji destê dewletê xilas bikin û dewletê bi destê JÎTEM’ê hin ji wan qetil kirin û hin ji wan jî bi sal û mehan di hepsê de man.

Yek ji şahidên wê dema nexweş jî Yilmaz Yakût ango bi navê ku pê tê naskirin, Kalo bû. Kalo dema dibe 15 salî di salên 1990’î de dest bi karê belavkeriya rojnameyê dike û gelek serpêhatiyên wî yên xweş û nexweş çêdibin. Wî li gel astengiyan hemûyan, nexweşî û zextan karê belavkeriyê heta sala 2010’an domand. Lê piştî sala 2010’an nexweşiya penceşêrê zor da wî û nema karîbû bixebite. Kalo 16’ê Çileyê 2022’an ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir. Lê wêrektiya wî tim ma di bîra xelkê Amedê de û jiyana wî nimûneyeke baş e ji bo serpêhatiya çapemeniya azad. Ji lewma serpêhatiyên Kalo di heman demê de serpêhatiyên çapemeniya azad in jî.

Kalo rastî di tarîtiyê de nehişt

Kalo her roj bi berbangê re ji malê derdiket û berê xwe dida buroya belavkariya rojnameyê ya li navçeya Yenîşehîrê. Rojname dixistin tûrikê xwe û belavkarî dikir. Li her kuçe û cadeya Amedê digeriya. Heger rojnameyeke wî jî bimana, venedigeriya buroyê. Tevî her cureyên zext û zorê jî bi terz û helwêsta “rastî wê di tariyê de nemîne” rojname digihand xwîner û aboneyan. Kalo, dema belavkerî dikir gelek caran hêzên dewleta Tirk ew kirin nezaretê, êşkence lê kirin, gefên kuştinê lê xwarin, ew revandin; hêzên paramîlîter ên dewletê çekdarî jî êrişî wî kirin. Lê ti caran bi paş ve gav neavêt. Van sepanên dijwar û dij mirovane bi salan dewam kir, lê Kalo jî ti carî dev ji wêrekiya xwe neqeriya û kare belavkariyê domand.

 

Li pişt soz û doza xwe bû

Ajansa Mezopûotamyayê (MA)  bi bayika wî, Mevlûde Yakût re peyiviye. Yakût bi bîr dixe ku lawê wê Yilmaz, di 15 saliya xwe de dest bi belavkariya rojnameyê kiriye û got, “Pirr êşkence li Yilmaz bû. Piştî destpêke 2 sal derbas bûn 5 rojan winda bû. Birayê wî got, Yilmaz birîndar bûye. Me agahî stend ku Yilmaz li nexweşxaneyê ye. Li ser vê me got, 'Yilmaz te digirin, direvînin û êşkenceyê li te dikin, te rojekê bigirin, belkî em te êdî nebînin, tu nikarî vî karî dewam bikî û dest jê berde.' Lê Yilmaz pişti ku birîndar bû 20 rojan li malê ma û dû re karê xwe domand. Her tim digot, 'Min soz daye û çi dibe bila bibe ez ê dest ji doza xwe bernedim. Heya mirinê ez ê vî karî dewam bikim.' Yanî ew bi her awayî girêdayî rojnameyê bû û soza ku ji bo vî karî dabû pêk dianî.” 

 

Polêsan her gef xwarin

Mevlûde Yakût anî ziman ku ji ber zext û gefan wan koçî Edeneyê kiriye û wiha dewam kir: “Yilmaz li Edeneyê jî belevkariya rojnameyê kir. Polês her tim dihatin mala me û pirsa Yilmaz dikirin. Digotin, 'Çi karî dike? Ma karekî din ê cudatir nîne bike?' Wekî gefan li me dixwarin. Gelek caran polêsan jê re digotin 'em ê çokên te bişikînin ku tu nekaribî bimeşî'. Gef lê dixwarin. Carekê polêsan ewqasî lê dabû ku nedikariya bimeşe. Min bi ava germ laşê wî şûşt da ku hinekî were ser hişê xwe.”

 

‘Diranên xwe di kefa destê xwe de tîne malê’

Mevlûde Yakût da zanîn ku carekê kurê wê li malê hatibû binçavkirin, 5 rojan li qerekolê di binçavan de mabû û wiha behsa êşkenceya lê hatiye kirin kir: “Kalo jî di nav de 12 welatî hatibûn binçavkirin.  Ewqas êşkence li Kalo kiribûn, dev û diranên wî şikandibûn. Diranên xwe di kefa destê xwe de anîn malê û nîşanî min dan. Min got 'lawê min çima te diranên xwe anîne.' Got; 'Van diranên xwe yên şikestî ji nadim dijmin.' Ji ber ku 5 rojan êşkence lê hatibû kirin, 45 rojan xwarina wî şîr, biskuwî û mama bûn. Tişteke din di qirika wî de nediçû.”

 

Rojnameya di bin kapût û teştika dendikan de

Li ser belavkariya wî ya zivistanê jî dayika wî got, "Dema dibû zivistan, qaputekî Yilmaz ê mezin hebû. Ji ber ku şil nebin rojname û kovar dixistin bin qaputê xwe. Carna ev rojname dixistin poşetên reş, carnan dixistin torbeyên arvan, carna jî dixist binê teştika dendikan û dendik berdidan ser da ku neyên dîtin.” 

Dayika Kalo Mevlûde Yakut herî dawî bi bîr xist ku Kalo ji hevalên xwe jî pirr hez dikir û dema tiştek dihate serê wan pirr aciz dibû. Kalo di hemû şert û mercên xerab de jî li rewşa hevalên xwe fikiriye.

 

300 caran ew kirine nezaretê!

Serpêhatî û jiyana Kalo ku jiyaneke têra xwe balkêş e, bû belgefilm. Derhêner Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanaza, li ser serpêhatî û jiyana Kalo bi navê “Yilmaz” belgefilmek amade kiribûn. Ev belgefilm behsa jiyana Kalo dike û Kalo jî di vê belgefilmê de diaxive. Kalo di vê belgefilmê de behsa serpêhatiya xwe ya belavkeriyê dike. Kalo di belgefilmê de dibêje, di seranserî jiyana wî ya belavkeriyê de herî kêm 300 carî hêzln dewleta Tirk ew kirine nezaretê. Kalo di belgefilmê de tîne ziman ku di wê heyamê de gelek “Genaralên Piçûk” dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikirin. Kalo dibêje, ji ber ku wan rastî ji xelkê re radigihand, êşkence li wan dihat kirin û ew dihatin qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.